Di tarîxa 14 Pûşber-14 Tîrmehê de pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an wê li Yekaterinburgê bên lîstin.

Li gor sîmulasyona FIFA 18an, serfirazê Kûpaya Cîhanê diyar bû

© Sputnik / Anton Denisov
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Ji Kûpaya Cîhanê ya 2018an re ku dê Rûsya xwedîmaltiyê jê re bike hindik maye. Derbarê organîzasyonê de wek her carê, beriya destpêkirina pêşbirkan û serfirazê kûpayê de texmîn tên kirin. EA Sports bo Kûpaya Cîhanê ya 2018an texmîna xwe bi sîmulasyonekê ve eşkere kir.

Beriya organîzasyona herî mezin a fitbolê ya Kûpaya Cîhanê, FIFA 18 lehêqa Kûpaya Cîhanê derxist piyasayê. Çêkerê lîstika FIFA 18an EA Sports, li bendeyî destpêka Kûpaya Cîhanê ne sekinî û bo lîstikvanan li ser moda rasteqîne sîmulasyonek çêkir û serfirazê Kûpaya Cîhanê eşkere kir.

​Li gor encamê sîmulasyonê Fransa û Almanya ji bo fînalê dimînin. Herwiha Almanya bi skora 5-4an reqîbê xwe têk bir û bû şampiyonê kûpayê.

Çêkerê lîstikê EA Sports, di sala 2014an de jî eşkere kiribû ku dê di encama Kûpaya Cîhanê de Almanya biserkeve û herwiha Almanya bi fînalê de biserketibû.

Etîketan:
gog, kûpa, texmîn, fitbol, FIFA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de