Keçên Ponpon

Qedexe hat danîn: Futbolîz nikarin bi keçên rûsî re seksê bikin

© Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Rahênerê Tîma Milî ya Nîjeryayê Gernot Rohr heta dawiya şampiyoniya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an ku li Rûsyayê birêve diçe, seksa bi keçên rûsî re ji futbolîzên xwe re qedexe kir.

Li gor nûçeya Complete Sports Nigeriayê rahênerê almanî Gernot Rohr ji bo futbolîzên xwe şertnameyeke taybet a bo Rûsyayê amade kir.

Di nav wan şertên hatine danîn de, di maweya lîstikên şampiyoniyê de ji futbolîzên nîjerî re seksa bi keçên rûsî re jî hatiye qedexekirin.

Rohr gotiye ku yên bi hevjînê xwe û hevaldostên xwe re bin ne tê de, "Lê ez destûrê nadim keçên rûsî vexwînin cem xwe. Ev qedexe tenê ji bo qeptanê tîmê yê rûsî John Obi Mikel derbas nabe."

Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an di navbera 14ê Hezîranê û 15ê Tîrmehê de li 11 bajarên Rûsyayê birêve diçe.

Bi heman mijarî:

FIFAyê lêpirsîna taximê rûsî ya ‘dopîngê' bi dawî kir
Serokê FIFAyê: Di warê amadekariyên Kûpaya Cîhanê ya 2018an de nêrînên pisporan erênî ne
Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
Pûtîn cezayê bo bazara reş a bilêtên yariyên FIFAyê pesend kir
Serokê FIFAyê: Kupaya Cîhanê ya 2018an ya li Rûsyayê dê şampiyonaya herî baş be
Qasida FIFAyê Lopîreva: Bi rêya fûtbolê têkiliyên nav dewletan dikarin werin pêşxistin
Navenda sereke ya Qûpaya Cîhanê ya FIFAyê li Parka Zaryadye ya li tenişta Kremlînê vedibe
Etîketan:
Nîjerya, Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de