Alîgirên tîma neteweyî ya Fransayê

Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Fransayê

Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Alîgirê bi xwedî staja (tecrûbeya) 40-salan, nivîskarê ajansa Spûtnîk Olêg Dmîtriyêv pêşniyara nêyrandina ne bi çavên `ansîklopedî` li tîmên welatên beşdarvan ya `mundialya rûsî` dike. Ev gotar derheqa tîma Fransayê ye, ku yek ji tîmên favorî yên di Grûpa `C` û Kupaya Cîhanê ye.

Hestên zarokatiyê bêy şop derbaznabin. Hîn jî ez difikirim kû leystika Fransa – Almaniya li Şampiyonata Cîhanê sala 1982 ya li Spaniya lidarketibû, di dîroka fûtbola cîhanê de,  herî baştrîn bû. Di wê  leystikê de hartişt hebû: trawma, golên bedew, penaltî, gihertinên diramatîk. Û  tiştî herî girîng – lihevketina dû stîlan bû: a romantîk ya yekîneya Fransayê û nêzîkbuna atletîk li hember leystikê ya almanan bû. Di nav tîma Fransayê  de, wê demê hosteyên  herî  bi hêz  dilîstin: Roşto, Trezor, Platînî, Fernandes – yanî tîma wan  bi giştî hêja bû!

Di destpêka leystikê de,  her dû tîm bi awaykî lez gol avêtine hev. Piştî wê ne fransî û ne jî alman rê nedane hev û dû. Êrîş yek li peyî yekê  pêkdihatin. Û di yek ji wan  êrîşan de, dramayeke rastî ya fûtbolê destpêkir. Di deqeye 57 ya leystikê golparêzê almanan Xarald Şûmaxêr bi navê kod `Tonî` dît kû berevanê fransî  Patrîk Batîsston rû bi rû yê wî derketiye. Tonî bi hemû  bedena xwe çû li ser   û leystikvanê fransî li erdê xist. Di encamê de Patrîk trawmaya serî stand û pê re sê diranên xwe jî wendakir. Tê bîra min, çawa ez  di şev nîvê şevê de qîriyam û  diya min kû di oda kêlek de,   razabû ji xew rabibû.  Leystikvanê fransî bijîşkan ji qada futbolê derxistin. Lê Şûmaxêr bû hedefa kufriyan.  Û piştî kû maç bi dawî bû û Tonî serdana Battîston li nexweşxwaneyê kir kû lêborîna xwe jê xwestibû, alîgiran wê demê dijûniya  li hember wî dane rawestandin. Piştî wê buyerê sempatiyên min temamî li aliyên fransî bûn. Û ewana  çawa di dema zêdekirî de leyîstin! Gola bedew ya Trezor, `topa kedê` ya Jîressa  hîn zêde min û bavê min heyîr hîştin. Ev tîmeke mukkemel bû.

Lê di encamê de alman serketin, wan karta xwe ya dawî bikar anîn. Berê xilazbûna maçê bi 15 deqan, Karl-Xayîns Rûmmenîgê  kû birîndar bibû derkete qadê û dû gol avêtin. Lê di penaltiyan de golparêzê fransî Jan Lûk Ettorî hinekî sîstema  xwe ya rehikan  hejand. Almaniya derkete fînalê lê fransî wûsa jî nekarîbûn xwe kombikin di maçê de ji bo cîhê sêyemîn û rê dane poloniyan. Lê yekîneya wê demê ya xwe kir. Piştî dû salan fransî bûne şampiyonên Ewropayê. Di sala 1986 de, ewana  li Şampiyonata Cîhanê ya li Meksîkayê bi xurtbûna agir liystin û di fînala çarîkê de favorîtê sereke Brezêlya bin xistin. Lê di nîv fînalê de carekê din  her tişt li hember almanan pêkat.

Şikestin   û serkeftin

Guhertina wê nifşê li Fransayê bêy şop derbaznebû.  Li Şampiyonata Cîhanê ya  sala 1994 li DYA tîma fransî  derbaznebû.   Di deqa dawî de, di  maça hilbjartinê de, firansî ji alî  yekîneya Bulgarîstanê golek xwer û cîhê di beşa fînalê de, radestî şêniyên Balkanan kir. Tîma han piştî çar salan û nîv xwe ji vê `rezîltiyê` xilaz kir. Tîma Fransî guherî. Ev yek  ji komên  herî  bi hêz bû. Fabiyen Bartêz yê pêbawer li qeleyê, parastvanê xurt di şexsê Loran Blan û rahênerê îro yê yekîneiya netewî Dîdiyê  Deşam, leystika bêhempa ya êrîşkar û  nîv berevan Zînedîn Zîdan. Bê gûman, zimanên xirab îda dikin kû wê demê ji firasiyaran lihev hat kû perê nîv fînalê li cem leystikvanê klît yê Berazîliya  Ronaldo krîz destêkiribû. Lê Zîdan wê êvarê gelekî baş bû. Lêdanên wî yên  bi serî heta roja îro wek rûmeta dîroka fûtbolê tê dîtin. Di encamê de maç bi hejmara  3:0 bi dawî bû – fransî serkeftineke mezin  desxistin û ev bû kêfxweşiya gelemperî.

Piştre careke din ewana  bin ketin. Di leysika din ya Şampîonata cîhanê tîma Senîgalê kû leystikvanên wê di lîgên nizim yên Fransî de dilîstin, tîma  `sê rengan`têk birin. Lê belê piştî çar salan – careke din fînal û Fransa karîbûn serketa. Yek ji epîzodên klît yên wê leystikê bi navê `ku —de —bull` kete nav dîrokê, ev nav ji berkû  Zîdan bi serê xwe li zikê berevanê îtalî Marko Materatsî da, wî  berê saniyakê gotnên xirab ji xwîşka Zîdan re gotibû. Zîdan ji qadê qewtandin û wî nekarîbû beşdarî penaltî bike kû fransî  têk çûn.

Leşkerên ciwan yên Demaş

Fransa îroyîn ciwane, bedewe û sîmpatîke. Dibistanên fûtbolê gelekî baş kar dikin. Şagirtên wan dibistanan  xemla klûbên  cûda yên lîga Ewropayê ne. Antuan Grîzmann – avadekarê sereke yê serkeftinên `Atletîkoya`  Madrîdê ye. Aleksandir Liyakazzet di nav `Arsênala` Londonê dilîze û yek ji leystikvanên herî jêhatî  yê premyer-lîga Înglîterê tê hesêb. Tîma han li `malê` li  Şampîyonata Ewropayê  ezmunên mezin wergirt û heya fînalê çû. Û di dawiya meha adarê de, li Sankt Peterburgê di maça li hember yekîneya Rûsyayê firansî baş dihatin xuyakirin. Hemû tevgerên fûtbolê diyardikirin kû    firansî dikarin  xwe bigînin nîv fînalê.  Lê belê reqîbên Firansiyan vê nêrînê qebulnakin. Maçên li hember Perû, Awistraliya û Danîmarkayê ji bo tîma Dîdiyê Demarş wê nebin gerên bi  hêsan. Ev tê wê wetayê kû fûtbol di leystika fransiyên ciwan de, wê   balkêş û fedekar be.
    
             

Bi heman mijarî:

Rûsya: Hinek welatên rojavayî li dijî Kupaya Cîhanê ya 2018an kampanyeya reşkirinê dikin
Wê çopçiyek li Kupaya Cîhanê ya 2018an hakemtiyê bike
Şaredariya Moskowê ji bo Kupaya Cîhanê 67 milyon dolar terxan kir
Stadyûma Nijniy Novgorod ji bo Kupaya Cîhanê FIFA 2018an amade ye
Ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an ‘di asta herî jor de soza ewlehiyê'
Ji bo FIFA 2018 Kupaya Cîhanê parkeke nû hat çêkirin
Etîketan:
Alîgir, Fransa, Rûsya-2018, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de