Kupaya Cihan a 2018an

Rûsya: Hinek welatên rojavayî li dijî Kupaya Cîhanê ya 2018an kampanyeya reşkirinê dikin

© Ruptly .
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di axaftina xwe de ragihand ku hinek welatên rojavayî li hemberî Kupaya Cîhanê ya 2018an dest bi kampanyeya rêşkirinê kirine.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Welatên rojavayî ji bo Kupaya Cîhanê ya 2018an ku wê li Rûsyayê were lidarxistin dest bi kampanyeya reşkirinê kiriye, turîst û terefgirên ku herin pêşbirkan ditirsîne."

Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji bo însana bitirsînin û nehêlin herin tiştê ji destê wan tê dikin. Digel hemû kampanyayên reşkirinê jî gelek hemwelatiyên biyanî ji bo bikaribe beşdarî şampiyoneya Kupaya Cîhanê ya 2018an bibin serî li balyozxaneyên rûsî didin."

Zaxarova di dirêjiya axaftina xwe de got: "Propagandeya kampanyeya reşkirinê zêdetir ji aliyê saziyên fikrî ku dewlet finanse dike ve tê kirin. Bi taybetî Awistralya, Brîtanya û welatên Îskandînav ji bo çûna Rûsyayê hişyariyên zêde li hemwelatiyên xwe dikin."

Bi heman mijarî:

Wê çopçiyek li Kupaya Cîhanê ya 2018an hakemtiyê bike
Kampên tîmên beşdarên Kupaya Cîhanê ya Rûsya-2018an dîyar bûn
Pêşrewên Zabîvaka: Peresana maskotên Kupaya Cîhanê ya Futbolê
Navenda dîrokî ji bo kupaya cîhanê tê amadekirin
Serokê FIFAyê: Kupaya Cîhanê ya 2018an ya li Rûsyayê dê şampiyonaya herî baş be
Etîketan:
Kupaya Cihanê ya 2018an, Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de