Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2018an

Çapemeniya cîhanê ji bo kesên ku dê pêşbirkên Kûpaya Cîhanê bişopînin hinek pêşniyaz kirin

© Sputnik / Natalya Seliverstova
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Dema pêşbirka Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an a ku dê Rûsyayê mazuvaniya wê bike nêz dibe. Gelek welat ji bo kesên ku dê pêşbirkên Kûpaya Cîhanê bişopînin pêşniyazan dikin, hişyariyan didin. Spûtnîkê hinek ji van pêşniyazan berhev kirin.

Kûpaya Cîhanê bi mazûvaniya Rûsyayê dê 14ê Hezîranê dest pê bike û li 11 bajarên Rûsyayê birêve biçe. Tê payîn ku ji çar aliyên cîhanê futbolhez pêşbirkan bişopînin. Gelo kesên ku pêşbirkan bişopînin dê bi çi û çi re rû bi rû bimînin û divê hay ji çi hebin?

‘JI SIYASETÊ NE AXIVIN Û DERBARÊ MALBATÊ DE HENEKAN NEKIN'

Malpera brezîlî globo.com sar û seqema zêde, mîmariya sovyetê, Wi-Fi ya xirab û rewşa baş a ewlehiyê weke taybetmendiyên giştî yên Moskowayê ne rêz kirin. Malperê hindek hişyarî jî dan û ji alîgiran xwest ku şîşeyên xwe yên vala li maseyanê nehêlin, li deverên sergirtî nefîqînin û li destdanên li perwazan baldar bin. Herwiha malperê pêşniyaz kir ku dema têketina malan solên xwe derxin, ji siyasetê ne axivin û derbarê malbatê de henekan nekin.

‘DEMA WE VEXWAR, BALDAR BIN'

Rojnameya ingilîzî The Sunê jî di hişyarên xwe de dibêje dema we vexwar, baldar bin. Th Sun herwiha ev tişt nivîsîn"şorbeya rûsî ya xwecihî, şorbeya keleman vexwin, di çûn û hatinan de cih bidine ixtiyaran. Dibe ku Rûsya ne pir dûr be lê cîhaneke dine. Dema ingilîz vedixwin xwe winda dikin û ji vodkaya rûsan pir hez dikin. Dema ku herdu werin cem hev, dibe ku ev bibe kombînasyoneke kujer. Dema we vexwar, xwarinê ji bîr nekin."

‘ALA AZÎZ GEROGE HILNEDIN'

The Timesê jî ev tişt pêşniyaz kirin. Alaya Aziz Geroge ya xaça sor a li ser zemîneke spî dibe ku weke neyarana û emperyal were dîtin lewra hilnedin. Di rojnameyê de herwiha derbarê pêşbirka Brîtanya-Tunisa ya ku dê li Volgogradê were lîstin hişyarî da û got baldar bin.

‘JINÊN RÛSÎ JI ZILAMÊN ACIZKER NEFRET DIKIN. PIRSÊN KLÎŞÊ NEKIN, ORÎJÎNAL BIN'

Ji aliyê din ve Arjantînê jî hindek hişyarî dan. Di pirtûkçeya ku Federasyona Futbolê ya Arjantînê amade kiriye de tê gotin ku "Jinên rûsî ji zilamên acizker nefret dikin. Pirsên klîşê nekin, orîjînal bin."

Bi heman mijarî:

Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Fasê
Cara ewil tîma fitbolê ya jin di kûpaya cîhanê de dê gogê kom bikin
DAIŞê ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018a gefa mirinê li Messi û Ronaldo xwar
Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Perû
Arjantîn di Kûpaya Cîhanê de bo broşura ‘xapandina jinên rûsî' lêborîn xwest
Zêdetirî 2 hezar rojnamevan akredîteyî Kûpaya Cihan a 2018an bûn
Etîketan:
Hişyarî, Pêşniyaz, Rojnameyên Cîhanê, Kûapaya Cîhanê, Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de