Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018

Cara ewil tîma fitbolê ya jin di kûpaya cîhanê de dê gogê kom bikin

Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Fitbolîstên jin ên Tîma bajarê Agryz a Komariya Tataristana girêdayî Rûsyayê, di pêşbirka vekirina kûpaya cîhanê de dê wezîfeya komkirina gogan bikin.

Tîma jin a fitbolê ya bajarê Agryz beşdarî tûra kûpayê ya li paytext Kazana Tataristanê bûn. Tîmê di pêşbaziya li giştiyê welêt hat kirin de serfirazî bidest xist û bû tîma ewil a jin ku di kûpaya cîhanê de dê wezîfedariya komkirina gogan bikin. Bi vî awayî ekîb di pêşbirka ewil ya li stadyûma Lujniki ya Moskowê ku di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de bê lîstin dê wezîfeya komkirina gogan bikin.

Sertîm Yuliya Şustova daxuyand ku herkes ji kêfxweşiyê qêrîn kirin, hîsên ku em dijîn bêhempa ye, xeyalekî me yê herî mezin bû. Di pêşbaziyê de fitbolîstên amator yên temenê wan di navbera 13-16an de ne cih girtin. Yên ku qezenç kirin ji aliyê fitbolîstên tîma mlî ya Rûsyayê ve hatin bijartin.

 

Bi heman mijarî:

Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Perû
DAIŞê ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018a gefa mirinê li Messi û Ronaldo xwar
Arjantîn di Kûpaya Cîhanê de bo broşura ‘xapandina jinên rûsî' lêborîn xwest
Etîketan:
kûpaya cîhanê, tîma fitbola jin, fitbol, Sputnik, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de