Kûpaya Cîhanê ya 2018an

Zêdetirî 2 hezar rojnamevan akredîteyî Kûpaya Cihan a 2018an bûn

© REUTERS / Sergey Pivovarov
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku heta niha li navendên çapemenî yên bajarên ku dê mahzuvaniya pêşbirkên Kupaya Cihan a 2018an bike zêdetirî 2 hezar rojnamevan hati akredîtekirin.

Wê ji bo rojnamevanan her roj birîfîng û konferansên çapemeniyê werin lidarxistin, navdarên çand û hûnerî, nûnerên turîzm û berpirsên herêmê jî dê tevlî bibin. Ji bo rojnamevanan dê serdana mûzeyan jî were organîzekirin.

Rojnamevan li navendên çapemeniyê wê ji ji gelek xizmetên wek Wi-Fiyê bêpere û bi hêsanî ji temaşekirina pêşbirkan îstîfade bike. Ji bo herêmên ku mahzuvaniya rojnamevanan dike wê bernameyên berfireh ên tura turîzmê jî werin amadekirin.

Ketina avahiyên navenda çapemeniyê wê li gor akredîteya ku li ser malpera înternetê hatiye kirin pêk were. Karê akredîtasyonê 30ê Gulanê bi dawî dibe.

Bi heman mijarî:

Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Avustralyayê
Kûpaya Cîhanê ya 2018an wê bibe sahneyên bûyerên tekan e
Pêşbirka fînala Kûpaya Tirkiyeyê dê îşev li Amedê bê lîstin
Piştî pêşbirka Juventus - Milanê xwediyê Kûpaya Îtalyayê diyar bû
Bilêtên pêşbirka Spanya-Portekîzê ya Kûpaya Cîhanê ji niha de qediyan
Etîketan:
Kûpaya Cîhanê ya sala 2018a, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de