Kûpaya Cihanê a 2018an

Kûpaya Cîhanê ya 2018an wê bibe sahneyên bûyerên tekan e

© Sputnik /
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Kûpaya Cîhanê ya 2018an a ku wê li Rûsyayê bibe, namzetê bûyina organîzasyona ‘pirtirîn temaşevanan’ ne, organîzasyonên Kûpayê wê li 11 bajaran bên kirin.

Kûpaya Cîhanê ya 2018an de wê gelek tiştên ku yekem car hatine bikaranîn bê kirin, yek ji wan jî vîdeo hakem e. Vîdeo Hakem ew sîstem e ku hin pozisyonên ku li ser nîkaşe hebin hakem wê bûyerê bi vê sîstemê ji nû ve temaşe bikin.

Tîma dewleta Îzlandayê wê yekem car li Rûsyayê tev li Kûpaya Cîhanê bibe. Welatê girav Îzlanda di sala 2016an de tev li Şampiyona Ewropayê bibû û gelek serkeftî bibû. Îsal wê li Rûsyayê tev li Kûpaya Cîhanê bibe.

Futbolîstê navdar Cristinano Ronaldo jî ihtimal e ku li Rûsya cara dawî tev li Kûpaya Cîhanê bibe, lewra Ronaldo îsal wê bibe 37 heftsalî.
Tê texmînkirin ku Kûpaya Cîhanê ya 2018an a li Rûsyayê bibe organizasyona ku heta îro herî zêde temaşevan lê temaşe kirine. Lewra di dema Kûpayê de wê ji 3 milyar kesî re 100 hezar saetê weşanê bike.

Bi heman mijarî:

Pêşbirka fînala Kûpaya Tirkiyeyê dê îşev li Amedê bê lîstin
Piştî pêşbirka Juventus - Milanê xwediyê Kûpaya Îtalyayê diyar bû
Bilêtên pêşbirka Spanya-Portekîzê ya Kûpaya Cîhanê ji niha de qediyan
Etîketan:
rûsya, kûpaya cîhanê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de