Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin

Peskov: Pûtîn dê pêşbirka ewil a Kûpaya Cîhanê temaşe bike

© Sputnik /
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn wê biçe pêşbirka di navbera tîmên Rûsya û Erebistana Siûdî ku di çerçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2018an de bê lîstin.

Peskov bersiv da pirsa 'gelo Pûtîn wê biçe pêşbirkên Kûpaya Cîhanê?' Peskov: "Ez ji niha ve dikarim bibêjim Pûtîn pêşbirka vekirina Kûpaya Cîhanê ya di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de bê lîstin dê temaşe bike."

Herwiha Peskov destnîşan kir ku li gorî rewşê dê Pûtîn pêşbirkan temaşe bike.

Kûpaya Cîhanê ya 2018an a FIFAyê di 14 Hezîranê — 15 Tîrmehê de li 11 bajarên Rûsyayê tê lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Putin: Divê di birêvebirina Kûpaya Cîhanê de em balê bikişînin ser ewlehiyê
Serokê FIFAyê: Di warê amadekariyên Kûpaya Cîhanê ya 2018an de nêrînên pisporan erênî ne
Pûtîn û Înfantîno pasaportên xwe yên alîgiriyê yên Kûpaya Cîhanê wergirtin
Pûtîn di derbarê Kûpaya Cîhanê de axivî
Bizina bi navê Zabiyaka pêşbîniya encamên Kûpaya Cîhanê ya fitbolê kir
Etîketan:
pêşbirk, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de