Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê FIFAyê Gianni Infantino

Pûtîn û Înfantîno pasaportên xwe yên alîgiriyê yên Kûpaya Cîhanê wergirtin

© Sputnik/ Serokatiya Dewleta Rûsyayê
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê FIFAyê Gianni Infantino li Soçiyê serdana Navenda Pasaportên Alîgiriyê yên Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê kirin û pasaportên xwe yên alîgiriyê wergirtin.

Wezîrê Ragihandinê Rûsyayê Nikolay Nikiforov Navenda Pasaportên Alîgirên Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya li bajarokê Soçiyê Adlerê pêşwazî li Pûtîn û Infantino kir kir.

Pûtîn û Infantino ji otomata rêzê ya elektronîk fîşên xwe wergirtin û ber bi maseya check-inê ve çûn û ji operatoran kartên xwe yên IDyî stendin.

Operator "Ji ber ku cenabê we pasaportênxwe yên alîgiriyê wergirtine ez we pîroz dikim."

Pûtîn û Infantino piştî ku bi xebatan re wêne girtin, spasiya xebatkaran kir û ji wir veqetiyan.

Wezîrê rûsî Nikiforov eşkere kir ku ji bo kartên alîgiriyê 21 navend û 90 konên seyyar hatine organîzekirin. Heta îro nêzîkî 600 hezar pasaport hatine belavkirin. Nêzîkî 700 hezar kesî jî ji bo ku pasaportên xwe bistînin xwe bi rêya malpera înternetê qeyd kirin. 48 ji sedê van rûsî û yên mayî jî amerîkî, meksîkî, çînî, kolombiyayî, arjantînî, almanî û brezîlî jî tê de welatiyên zêdetirî 120 welatî ne.

Bi heman mijarî:

Pûtîn di derbarê Kûpaya Cîhanê de axivî
Kûpaya Cîhanê piştî ku li 50 welatan geriya hat Rûsyayê
Putin di 3yê Gulanê de ji bo Kûpaya Cîhanê ya Fitbolê civînekê li dar dixe
Tîma milî ya Swêdê: Îbrahîmovîç di kadroya Kûpaya Cîhanê de tune ye
'Kurd di Kûpaya Cîhanê de wê bêkêf bin, dert û kulên wan zêdê ne'
Etîketan:
Pasaportên Alîgiriyê, kûpaya cîhanê ya FIFA 2018, Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an, FIFA, Kûpaya Cîhanê, Gianni Infantino, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de