Çapemenî - Rojnamevan - Rojnameger

Ji bo şopandina Şampiyoniya Cîhanê zêdetirî 2 hezar rojnamevanî akredîte bûn

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Ji bo şopandina Şampiyoniya Cîhanê ya FIFA 2018an zêdetirî 2 hezar nûnerên çapemeniya Rûsya û welatên biyanî ji bo wergirtina akredîtasiyonê serî li navendên ragihandinê yên bajarên ku pêşbirk werin lidarxistin xistine.

Rêvebera navenda ragihandinê ya multîmediya navnetewî MIA `Rossiya Segodniya` Olga Kolêva amaje kir û got: "Em jî û hemkarên me yên biyanî jî bi baldariyek mezin çavdêrî dikin. Di nava kesên kû daxwezname pêşkêşkirine ne tenê medya tradîsiyonal hene her wisa bloger jîcîh digirin."

Em amade ne tevayî fonksîonala daxwaziya her yanzdeh nevendên ragihandinê pêk bînin. Heman xebatê me dema Kûpa Konfederatsiyonê FÎFA-2017 pêk anîbû: "Rojane ji bo rojnamavanan wê civînên çapemeniyê û birîfîngên bi beşdariya rêveberên bajêr û herêman, nûnerên di warê turîzmê, kesên navdar,hunermend, herwiha wê mastêr klass bêtin lidarxistin û serdana muzeyan bêne organîzekirin. Li qadên navendên çapemeniyê, ji nûnerên çapemeniyê re derfeta bikaranîna Wi-Fiya belaş bê danîn û bi riya lokeran wê bikaribin macê tamaşe bikin. Ji bilî wê, di navendên çapemeniyê de, wê qadên presentasiyona harêmên ku mazuvaniyamaçên Kûpaya Cîhanê dikin û ji bo rojnamavanan bernameke berfireh ya gerê bête organîzekirin."

Akreditasiyonên şampiyoniyê Dê li ser malpera navendên ragihandinê bêne pêkanîn.

Hêjayî gotinê ye ku pergala akreditasiyonê dê roja 30 Gulanê bê girtin.

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn di derbarê Kûpaya Cîhanê de axivî
Kûpaya Cîhanê piştî ku li 50 welatan geriya hat Rûsyayê
Putin di 3yê Gulanê de ji bo Kûpaya Cîhanê ya Fitbolê civînekê li dar dixe
Bizina bi navê Zabiyaka pêşbîniya encamên Kûpaya Cîhanê ya fitbolê kir
'Kurd di Kûpaya Cîhanê de wê bêkêf bin, dert û kulên wan zêdê ne'
Tîma Katalon cardin kûpaya Qraliyeta Îspanyayê hilda
Etîketan:
Akredîtasyon, Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an, Kûpaya Cîhanê, Segodniya Olga, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de