Kûpaya Cîhanê

Kûpaya Cîhanê piştî ku li 50 welatan geriya hat Rûsyayê

© Sputnik / Yuri Maltsev
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Kûpaya Cîhanayê ya FIFAyê a orjînal piştî ku li 50 welatan geriya gihaşt bajarê Vladivostokê ya Rûsyayê ku dê xwedîmaltiyê ji Kûpaya Cîhanê ya 2018an re bike.

Kûpaya ku dê pîştî tûrnûvayê bibe ya tîma serkeftî, beriya şampiyonayê derket tûra cîhanê ya kevneşopiyê. Kûpayê 48 saetên xwe li Japonyayê derbas kir û piştî gera 50 welatan hat rawestgeha xwe ya dawî Rûsyayê. Kûpa li bajarê Vladivostokê bi xwê, nan û avê hat pêşwazîkirin ku di çanda Rûsyayê de dostaniyê temsîl dike. Kûpayê ji aliyê fitbolîstê brezîlî Gilberto Silva, mankenên nûnerên Kûpaya Cîhanê yên 2018an ên fermî Viktoriya Lopireva û Natalya Vodyanovayê ve hat pêşwazîkirin.

Kûpa piştî ku li 9 bajarên Rûsyayê bê pêşandan dê biçe paytext Moskowê. Kûpaya Cîhanê di navbera 14ê Pûşber-15ê Tîrmehê de li 11 bajarên Rûsyayê 'Moskow, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçi û Yekaterinburgê' dê bê li darxistin.

Fîqa ewil ya tûrnûvayê dê li Stada Luniki ya Moskowê bê lêdan. Kûpayên orjînal ji zêr hatine çêkirin û bi neqşên taybet hatine xemilandin. Welatên ku 3 caran kûpayê bidest bixin kûpaya orjînal dibin muzeya xwe, yên carek an jî du caran qezenç bikin dibin xwediyê kûpaya temsîlî.

Bi heman mijarî:

Putin di 3yê Gulanê de ji bo Kûpaya Cîhanê ya Fitbolê civînekê li dar dixe
Bizina bi navê Zabiyaka pêşbîniya encamên Kûpaya Cîhanê ya fitbolê kir
Tîma milî ya Swêdê: Îbrahîmovîç di kadroya Kûpaya Cîhanê de tune ye
'Kurd di Kûpaya Cîhanê de wê bêkêf bin, dert û kulên wan zêdê ne'
Etîketan:
Kûpaya Cîhanê a 2018an, fitbol, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de