Moksowa

Di Kupaya Cihan a 2018an de li Moskowayê 320 bijîşk û 100 ambulans wezîfe dikin

© Sputnik / Evgeny Biyatov
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Li Moskowaya paytextê Rûsyayê kontrola amadebûna tîmên tendirustî ya Kupaya Cihan a FIFAya 2018an hat kirin.

Li gor nûçeya malpera Mos.ru, li stadtuma Lujniki û spartakê tetbÎqat hat lidarxistin.

Di dema Kupaya Cihanê de stadyumên Mosowayê, qada festîvala terefgiran, navenda weşana navneteweyî, baregeha FIFAyê û di qadên antremanan de bi tevahî 320 bijîşk û 100 ambulans dê wezîfe bike.

Serokê Departmana Tendirustî yê Şaredariya Moskowayê Aleksey Hripun di axaftina xwe de ragihand ku dezgehên tendirustî yên girêdayî Departmana Tendirustiya Moskowayê di hemû çalekiyên werzîşê de xwediyê pisporiyeke girîng in. Piraniya xebatkarên me di Kupaya Federasyonên 2017an de jî wezîfe kiribûn.

Li gor nûçeyê piraniya wan bijîşkên pispor, terapîst û hemşire jî di nav de 293 karmendên tendirustî qursa Îngîlîzî qedandin û di meha nîsanê de wê 400 kesên din vê qursê biqedînin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
Pûtîn cezayê bo bazara reş a bilêtên yariyên FIFAyê pesend kir
Serokê FIFAyê: Kupaya Cîhanê ya 2018an ya li Rûsyayê dê şampiyonaya herî baş be
Qasida FIFAyê Lopîreva: Bi rêya fûtbolê têkiliyên nav dewletan dikarin werin pêşxistin
Navenda sereke ya Qûpaya Cîhanê ya FIFAyê li Parka Zaryadye ya li tenişta Kremlînê vedibe
Etîketan:
Serokê Departmana Tendirustî yê Şaredariya Moskowayê, Kupaya Cihanê ya 2018an, Aleksey Hripun, Moksow, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de