Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an

Peskov: Boykota dîplomatîk a muhtemel a li ser Kûpaya Cîhanê dê bandorê li turnûwayê neke

© Sputnik /
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku ji ber mijara bijehrîkirina sîxurê berê yê rûsî Sergey Skrîpal û keça wî boykotkirina muhtemel a li ser Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an ku dê li Rûsyayê were lidarxistin bandorê li şampiyonayê nake.

Peskov di civîneke rojnamevaniyê de axivî û got, "Boykotkirina hindek rayedaran dê bandorê li ser cejna sportîf neke. Lewra di Kûpaya Cîhanê ne girîng e ku rayedarên fermî an jî burokrat beşdar bidin, ev lîstika tîma ye."

MAY DIYAR KIRIBÛ KU DÊ JI MALBATA ŞEHÎNŞAHIYÊ TU KES NEÇE RÛSYAYÊ

Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May ragihandibû ku dê ji malbata Şehînşahiyê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018ab de tu kes neçe Rûsyayê.

Di medyaya rojavayê de hindek nûçe hatibûne belavkirin ku dê çend welat di asta dîplomatîk de şampiyonayê boykot bikin.

Îzlendayê eşkere kiribû ku ji rayedarên dewletê tu kes beşdarî Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an nebe.

Hêjayî gotinê ye ku Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an di navbera 14ê Hezîranê û 15ê Temûzê de dê li Rûsyayê were lidarxistin.

Bi heman mijarî:

‘Tîmên Elmanya û Fransa di serî de gellek favoriyên Kûpaya Cîhanê henin'
Arenaya Volgogradê ku dê di pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an li Rûsyayê mazûvaniyê bike
‘Kûpaya Cîhanê wê di navbera Messi û Dewletên Ewropayê de derbas bibe'
Pisîka kahîn Аşil ji bo Kûpaya Cîhanê dest bi diyetê kir
Di dema Kûpaya Cîhanê ya 2018an de wê li St. Petersburgê kirê çiqas bin?
Pûtîn, cezayê firotina bilêtên sixte yên Kûpaya Cîhanê pejirand
Etîketan:
Daxuyanî, Boykotkirina Muhtemel, FIFA 2018, Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an, Theresa May, Dmitry Peskov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de