Manchester United menajeri Jose Mourinho, Premier Lig, Crystal Palace v Manchester United, Selhurst Park, Londra, 5 Mart 2018

'Di Kûpaya Cîhanê de Mourinho di saetekê de wê mîlyonek sterlin bidest bixe'

© REUTERS / David Klein
Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Mourinhoyê ku di Kûpaya Cîhanê de ji bo RTyê wê şîrovegeriya fitbolê bike, hat îdiakirin ku ji bo 5 rojan, 1.71 mîlyon sterlin wê qezenç bike. Derhênerê Giştî yê RTyê derbarê îdiayan de bi gotinên, "Mourinho di saetekê de wê mîlyonek sterlin qezenç bike û bi kevçiyên zêrîn wê havyar buxwe" bertek nişan da.

Li Rûsyayê di navbera 14ê Pûşber-15ê Tîrmehê de organîzsayona Kûpaya Cîhanê wê bê lidarxistin. Ji destpêka organîzasyonê re hîn 90 roj heye lê Mourinho bi pereyê ku wê ji şîrovegeriyê bidestbixe ket rojevê. Rahênerê tîma Lîga Premierê yê Manchester Unitedê di Kûpaya Cîhanê de ji bo qenala Russia Today (RT) wê şîrovegeriyê bike. Ji çapemeniya Îngîlistanê The Timesê îdiakir ku Mourinho bi RTê re ji bo 5 rojan bi mîlyonek û 900 hezar euroyî ve li hevkiriye.

Her wiha hin rojnameyan pereyê ku wê rahênerê navdar bistîne derxist 1.71 mîlyon sterlînî. Li ser van îdiayan Derhênerê Weşana Giştî yê Rtyê bi gotinên, "Mourinho di saetekê de wê mîlyonek sterlin qezenç bike û bi kevçiyên zêrîn wê havyar buxwe" bertek nişan da.

Li gor nûçeyê Mourinho di rojên ewil yên Kûpaya Cîhanê de wê li Moskowê be, roja fînalê jî bi saya girêdana uydiyê ve wê şiroveyên xwe bike.

Bi heman mijarî:

Navenda dîrokî ji bo kupaya cîhanê tê amadekirin
Li Samarayê dema Kupaya Cîhanê dê akol bê qedexekirin
Serokê FIFAyê: Kupaya Cîhanê ya 2018an ya li Rûsyayê dê şampiyonaya herî baş be
Ji bo Kupaya Cîhanê FIFA 2018 ‘Parka Dostaniya Gelan’
Etîketan:
kupa, fitbol, Kupaya Cîhanê, cîhan, The Times, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de