Alîgirên tîma neteweyî ya Danîmarkayê

Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Danîmarkayê

Nûçeyên Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Alîgirê (hezkirê) bi xwedî staja (tecrûbeya) 40-salan, nivîskarê ajansa Spûtnîk Olêg Dmîtriyêv pêşniyara nêyrandina ne bi çavên `ansîklopedî` li tîmên welatên beşdarvan ya `mundialya rûsî` dike. Ev gotar derheqa tîma Danîmarkayê ya kû di Grûpa `C` de wê bilîze.

`Kopenhag`, `Mîdtulland`, `Odense`, `Lyungbyu`- van û navên din yên  tîmên Danîmarkayê  alîgirên  ji welatên Hewalbendiya Dewletên Serbixwe baş dinasin. Tîmên Qraliyatê her dem têne Ewropaya Rojhilat ji bo beşdarkirina di maçên kûpayê de. Tê zanîn kû danîmarkî  `bi hêzin` lê di asta kluban de,  wan ti caran serkeftin destnexistiye. Û vaye paradoks (rewşeke ecêb): li Qiraliyetê fûtbol-leystikek herî popûlere. Lê danîmarkî gelek salan fûtbol wek hobî hesab kirine. Lê fûtbola profesyonal di sala 1970 de pêşket. Heta niha yekîneya Danimarkayê `xwe nîşandide` heger di nav tîman de, leystikvanên behredar û  jêhatî kû ji sîstema dijwar ya  fûtbola amator  derdikevin, peydadibin.

Sîmonsen, `Prensê Danîmarkayê`

Yê ewil Allan Sîmonsen bû, li ser navê Menhenglada `Borûssiya` dilîst û piştre di nav `Barselonayê` cîh girt. Wêneyên wî him di rojnama `Sovêtskiy sport`  û him di kovara `Fûtbol-Hokkey`  hatin weşandin. Ji wêneyan û nivîsan ez têdigêhîştim: kû wî bi awayakî ecêb qada fûtbolê hîs dikir, wî herdem dizanî bû pozîsiyoneke çawa gerek hilbijêre, ji bo kû êrîşê bi dawî bîne.  Ev tiştana ji Sîmonsen re bûne alîkar ji bo  kû navê  baştrîn fûtbolîstê Ewropa yê sala 1977 werbigire û piştre wî   dû caran Kûpaya UEFA destxistiye  û carekî jî Kûpa Kûpayan wergirtiye.

Li dora Sîmons  tîma nû destpêkir hate avakirin. Û wekî din, klubên Ewropayê danîmarkî ji xwe re kirin mode. Bi vî awayî Preben Elkiyar, Morten Olsen û Mîkayel Laudrûp peydabûn. Di sala 1984 wan  tevahiya  parzemînê heyr hîştin: ewana heya nîv fînala şampiyoniya Ewropayê çûn. Di dema tûrnovaya hilbijartinê de, berê destpêka Şampioniya Cîhanê sala 1986, danîmarkî  serdana Yekîtiya Soviyêtê kiribun. Ev yekîneyeke bi hêz û  hevseng bû. Ji fûtbolîstên Soviyêtê di bin rêveberiya Eduard  Malifeev de,  gelek zor bû danîmarkiyan bişkênin. Û ji bilî wê  di maça ewil de Yekîtiya Soviyêtê bi hejmara 2:4 binketibû. Lê belê, li Lûjnîka yekîneya Soviyêtê bi rêxistinkirî leystibû. Û di dawiya tayma dûyemîn de, stêrkê fûtbola Soviyêtê yê wê demê Oleg Protasov ji dûr ve golek avête qeleya Danîmarkayê. Maç bi hejmara 1:0 bi dawî bû û li gor encamên  vê turnovayê, yekîneyên Yekîtiya Soviyêtê û Daniyayê di sala din de,  çune fînala Meksîkayê. Di wê turnovayê de, qedera her dû tîman wek hev bûn. Di turnova koman de, her dû tîm xurt leystin: Yekîtiya Soviyêtê Macarîstan bi hejmara 6:0 têk bir, lê Danîmarka – Ûrûguay bi hejmara 6:1 têk bir. Lê belê, di fînala 1/8 her dû tîm jî,  wûsa bi xurt ne leystin û çûne malê.

Şampiyonên bi helkeftê

Piştî wan turnovayan danîmarkî yek pey yekê turnovayên hilbijartinê têk dibirin. Di sala 1991 wan berê Şampiyonata Ewropayê pir  lawaz leystin û di encamê de rê dane yekîneya Yugoslaviya ya kû wê demê pir xurtbû. Lê belê, di sala 1991 aşkere bû  kû welatekî bi navê Yugoslaviya êdî tunene. Li Balkanan şerê navxweyî destpêkir. Ji ber vê yekê, Yekîtiya Komeleyên Fûtbolê yên Ewropayê biryar da kû li şûna Yugoslaviya Danîmarka bigire. Di wê turnovayê de, danîmarkî rê dane xwediyên turnovayê ango swêdiyan, lê di destpêkê de bi tîma Înglîterê  re leystin û encama serbiser (wek hev) destxistibûn. Wê demê di nav tîma Danîmarkayê de, birayê biçûk yê  Mîkayel Laudrupa Birayîan xwe da nîşandan, her wûha qelaciyê ciwan  kû piştre bû stêrkê `Mançester Yunayted` û hemû fûtbola cîhanê Peter Şmeyxel. Heger ne ew baya, wê yekîneya Almaniya di  maça fînalê de, encama  serbiser (wek hev) derxista holê. Û bi vî awayî her tişt wek di cîrokê de pêk hat. Danîmarkî maç bi hejmara 2:0 serxistin û di turnovayê de kû ewana gerek tunebûna  serketin.

Hêviyên nû û pirsgrêkên kevin

Piştî wê serkeftinê, danîmarkî bi cidî girtin ber çav. Lê belê,  danîmarkî di sala 1998  karîbûn xwe nêzîkî  Olîmpiya fûtbolê bikin, wê demê ew derketin çarîkek fînalê  û li wûr di encama leystika wan bi Brezîlyayê re  bi temamî bin ketin. Piştî wê bêdengiyeke çêbû. Di sala 2004 de,  danîmarkî bi  bîr anîn, li şampiyoniya Ewropayê danîmarkî di encama leystika bi cîranên xwe Swêdî re encama  serbiser (wek hev) destxistin û bi vî awayî nehîştin  kû îtalî derbazî  çarîkek fînalê bibin – ev maç  ji hêla gelek kesan ve heta niha  jî, wek maça lihevkirî tê hesabkirin.

Li Afrîka Başûr  di sala 2010 de jî tiştekê ber bi çav pêknehat. Serkeftina  kû wan li hember tîma Kamerûnê destxistinbûn  yekane tişte kû Skandînavî dikarin pê pesna bidin xwe. Yekîneya Danimarkayê  bi vî awayî jiyana xwe berdewam dike, ango  ji  leystikên serkeftî  heya leystikên bin ketinê. Di maçên nû de,  ji bo têketina Ewro-2016,  ewana di encama leystika bi Swêdê re bin ketin, di rastiyê de li hember forvardê  swêdî  Zilatan Îbragîmovîç têk çûn. Îbragîmovîç piştî leystikê wekû bêjî xencerê li dilê alîgiran (hezkiran) bide ragihand: `Min Danîmarka bi giştî teqewîd kir`.  Lê belê hemû nebûn malnîşînî. Sîmon Kiyayêr  di nav tîma `Sevîliya` dilîze,  Krîstiyan Erîksen forvardê kluba Înglîzî `Tottenxem` ê ye. Wekî din lawê Peter Şmeyxel  Kasper wek qelacî  bi awayekî hêja li şuna bavê xwe dilîze. Ji ber wê çendê, tekoşîna li dijî danîmarkiyan li Rûsyayê,  ji bo dijberên wan yên Grûpê — fransî, perûyan û awistraliyan re  wek gereke sivik  neyê dîtin.   
           

Bi heman mijarî:

Ji bo Kupaya Cîhanê FIFA 2018 ‘Parka Dostaniya Gelan’
Stadyuma Fiştê ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an amade ye
Dema Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an a li Rûsyayê dê hinek mitîng û meş bêne sînordar kirin
Ji bo FIFA 2018 Kupaya Cîhanê parkeke nû hat çêkirin
Ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an ‘di asta herî jor de soza ewlehiyê'
Stadyûma Nijniy Novgorod ji bo Kupaya Cîhanê FIFA 2018an amade ye
Şaredariya Moskowê ji bo Kupaya Cîhanê 67 milyon dolar terxan kir
Etîketan:
Alîgir, Danîmarka, Rûsya-2018, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de