Kûpaya Cîhanê ya 2018an / Rûsya

'Armanca me bi tenê derxistina şerekî li dijî rûsan e'

© AFP 2018 / Vladislav Lonshakov
Nûçeyên Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 01

Rojnameya Daily Starê bi hin komên radîkal ên fitbolê yên brîtanî re roportaj kir. Alîgiran organîzasyona Kûpaya Cîhanê ku dê li Rûsyayê bê lidarxistin, bi derxistina şerê cîhanê yê sêyem ve tehdit kirin.

Li gor nûçeya Rojnameya Daily Starê hin komên radîkal di axaftina xwe de bilêv kirine ku di Kûpaya Cîhanê de wê dojehê nîşanî alîgirên rûs bidin û bi derxistina şerê cîhanê yê sêyem ve gef li organîzayonê xwarin e. Fanatîkê fitbolê yê brîtanî: "Bila ti kes nefikire ku em ê biçin vexwun, sohbetê bikin û fitbolê bilizîn, ti tiştekî wisa nabe."

Alîgir da zanîn ku rûs nizanin çi li pêşiya wan in, ev dê bibe şerê cîhanê yê sêyem, çarem, pêncem, şeşem an heftem. Çavkaniyek ku ji rojnameyê re axivî jî got ku beriya destpêka Kûpaya Cîhanê hin alîgirên fitbolê yên brîtanî bo parastina alîgirên hemwelatiyên xwe çûne Rûsyayê. Fanatîkê fitbolê eşkere kir ku ti tirsa me ya binçavkirinê tuneye, em tenê ji bo şerê dijî rûsan diçin.

Etîketan:
alîgir, fitbol, Rojnameya Daily Starê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de