Tîma Neteweyî ya Fasê

Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Fasê

Nûçeyên Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Alîgirê bi xwedî staja (tecrûbeya) 40-salan, nivîskarê ajansa Spûtnîk Olêg Dmîtriyêv pêşniyara nêyrandina ne bi çavên `ansîklopedî` li tîmên welatên beşdarvan ya `mundialya rûsî` dike. Ev gotar derheqa tîma Fasê ya kû di Grûpa `B` tevî Spaniya, Portekîz û Îranê bilîze.

Li derheqa `tîmên ekzotîk` nivîsandin her dem zehmete, hela  dema ku tu hereketkirina wan di jiyana xwe de çend caran dibînî. Lê heger bi baldarî tamaşe dikî, her gav  huriyên wûsa dibînî ku tu bi baldariya mezin tiştên diqewme tamaşe dikî. Û Fas li vir ne îstîsnaye. Tevî  wê, em welatê han  bi porteqalan   nasdikin, lê ne bi futbolê ve.

Meha sibatê sala 2018. Qehwexane li navenda bajarê Qahîreyê.  Li der û dorê, zîyaretvan qehwê vedixwûn, cixarê vedixwûn, fûtbolê tamaşe dikin û ecêbe  kû piştgiriya Nîjeriyayê dikin. Ji ber kû li ser ekrana televîziyonê ji bo fûtbola Ewopayê û Amerîka Başur  tûrnûvaya ne ji rêzê didane pêşandan. Ev şampiyoniya  Afrîkayê ye ji bo yekîneyên kû ji leystikvanên di şampîyonatên netewî dilîzin pêktê. Di maça fînalê de, ya li Fas lidar diket, di bin baraneke şid de, cuwanên nîceriyayê û tîma Fas rastî hev hatin.

Sedema hilbijartina alîgir  (hizkerên) Misrê ev jî bû, ewana nikarin piştgirya reqîbên xwe yên di cîhana erebî de bikin. Mikûr li xwe hatim kû ez jî ketime nav wê avhewayê (atmosferayê) û  piştgiriya xwe ji bo tîma Nîjeriyayê diyarkir. Lê belê, lawukên ciwan yên Fasê ti şans ji wan re nehîştin. Birêvebirina topê, kombînasiyonên cur bi cur, kontrolkirina topê – ev fûtboleke bi rêk û pêk  bi taybetmendiyên Braziliyan ve bû. Ji ber wê çendê, Fas  maça han  bi encama 4:0 bi dawî kir. Çima min ev tişt bi bîr anî? Ji ber ku bi vê mînakê de, diyare ka li Fas çiqasî  balê dikişînin ser leystikvanên ciwan. Û ev nêzîkatî di encamên `tîma mezinan`  tê dîtin.

Derketina li  fînalên Şampiyoniya Cîhanê, beşdariya wan di Kûpaya Neteweyên Afrîkayê piştrastkirina vê yekêye. Lê `marokiyan` tenê carekê xwe dane diyarkirin, di sala 1986 li Meksîkayê. Wê demê ewana tevî Înglîterê, Portekîz û Poloniya yê ketine Grûpekê. Wê demê  ti kes  û ez  xortekî 18 salî di nav de, hizir nedikir kû di  komeke wûsa de  marokiyan cîhê yekemîm werbigirin. Piştî leystika li dijî  Poloniya û Înglîterê  wan  encama  serbser(wekhev) destxist û di leystika bi  tîma Portekîzê re encama 3:1 destxistin. Wek tê bîra min, berê her tiştî, ev serkeftina wan ji ber leystika bi disîplîn li ber qada cezayê ya raqîban pêkhat. Min wê demê di fînala 1/8  jî piştgiriya tîma Fasê dikir. Lê wan rêdan e  tîma Almaniya yê xelathilgirên madaliya zîv. Lê leystik di parastinê de, bêqusûr bû.

Alîgirên (hizkerên) Hevalbendiya Dewletên Serbixwe berê demekê li gor leystika welatiyê Fasê Mûbarek Bussufa yên kû di nav tîma `Anjî` ya Maxaçkalayê û `Lokomotîva` Moskowayê dilîst  nêrîneke xwe li ser fûtbola Fasê encam dan. Mûbarek Bussufa bi leystika xwe ya bi hêz û bi avêtina golên balkêş, carina  bi golên   ne standart ve  ji leystikivanên  mayîn cûdatir tê xuyakirin. Îro Bussufa leystikvanê tîma `El-Cezîre` û  yek ji fîgûrên sereke ya yekîneya Yekîtiya   Mîrgeyên Erebî ye, ya  kû li Rûsyayê bilîze. Û fakta herî balkêş ewe kû di vê şampîyoniya fûtbolê de  alîgirên(hezikirên) futbolê yên  Fasê bi awayekî baldar ezmûna Rûsyayê lêkolînbikin. Ji ber kû Fas namzete ji bo lidarxistina Kûpaya Cîhanê ya sala 2026 ne. Bi vê helkeftê  li walêt coşiyeke mezin tê dîtin.

Her çend gelek kes  femdikin kû ji Fasê re pir  zehmet be  serkeftinê destbixin. Raqîbên  wan yên sereke `trîo` ji DYA, Meksîka û Kanadayê pêktê, wan  daxweznameke hevbeş ji bo mazûvaniya  mundealê pêşkêşkirin. Lê Fas dev jê bernade û li gor daxuyaniyên wan kû  di mediyayan de têne kirin,  diyare kû ewana hêvîdikin kû namzediya wan welatên Afrîkî, beşeke cîhana erebî, beşeke fûtbola Ewropayê her wûha komarên  Hevalbendiya Dewletên Serbixwe  wê destek bikin.  Lê tevî wê, welat  dû tiştên girîng yên futbola modern ji bîr nake: pêşvebirina Fas li qada cîhanê û perwerdekirina leystikvanên ciwan.

Bi heman mijarî:

Navenda dîrokî ji bo kupaya cîhanê tê amadekirin
Li Samarayê dema Kupaya Cîhanê dê akol bê qedexekirin
Serokê FIFAyê: Kupaya Cîhanê ya 2018an ya li Rûsyayê dê şampiyonaya herî baş be
Danasîna ala û tirêna fermî ya Kupaya Cîhanê 2018
Ji bo Kupaya Cîhanê FIFA 2018 ‘Parka Dostaniya Gelan’
Stadyuma Fiştê ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an amade ye
Dema Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an a li Rûsyayê dê hinek mitîng û meş bêne sînordar kirin
Etîketan:
Alîgir, Fas, Rûsya-2018, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de