Alîgirê tîma Avustralyayê

Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê: Bi çavên alîgiran tîma Avustralyayê

Nûçeyên Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Alîgirê bi xwedî staja (tecrûbeya) 40-salan, nivîskarê ajansa Spûtnîk Olêg Dmîtriyêv pêşniyara nêyrandina ne bi çavên `ansîklopedî` li tîmên welatên beşdarvan ya `mundialya rûsî` dike. Ev gotar derheqa tîma Avustralyayê ye, ku Grûpa C de cih digire.

Ji wan re tê gotin `sokkerûz` waletiyekî nenas  yê Avustralyayê dû peyv bi hevekiriye `sokker` (variyanta navê futbolê) û `kangrû`. Û pir kêfxweşin kû di navbera van salên dawî de `kangrûya futbolê` ne tenê bi navê xwe alîgiran kêfxweş dikin. Wek îspata wê – leystika pêbawer û balkêş ya tîmê li Kûpaya li  Konfederasiyonê-2017 li Rûsyayê bû. Min bi xwe dîtibû, çawa awistralî di `Vekirina —Arêna` bi awayekî  dîsiplîn  di leystika bi yek ji favorîtan ango —Şîlîyan re encama serbiser destxistin, bi vî awayî alîgirên (hezkirên) rûsî li hember  tîma han rêzgirtin nîşandan.  Ji fûtbola Ewropî re  li Avustralyayê pir zehmet bû xwe bicîh bike: cureyên din yên siporê yên wek rêkbî û fûtbola Awistralyayê zêdetir li wûr popûlerin. Ji ber wê çendê encamên maçê cot-reqemîne.

Kupaya Cîhanê ya 1974an
Kupaya Cîhanê ya 1974an

Guhertina nêzîkatiya   welatiyên Avustralyayê  li hember fûtbolê di sala 1956 de, dema Pêşbirkên Olîmpîk yên Melbournê  pêkat, hêjaye bê gotin kû di wan Pêşbirkan de yekîneya Yekîtiya Soviyêtê serkeftin destxistibû. Heman piştî wê buyerê, li walêt beşên fûtbolê hatin vekirin û destpêkirin qadên ji bo wvê cureya siporê avakirin. Lê ev gurankarî bandorê li ser leystikê nedikirin – tîm bi rehetî li qada Okeyanusê bi Zelanday Nû, Fîcî û Giravên Soloman re leystik pêkdanî û zêde xwe nedida diyarkirin. Lê tevlêbuna wan li Şampîyonata Cîhanê ya sala 1974 tesadûf bû. Her tişr di `navbera sedsalan` de hate guhertin. Pêşveçûna dibistanên fûtbolê bûne sedem kû leystikvanên `parzemîna kesk` di klûbên Înglîzan de peydadibun. Ji wan golkîper Mark Şvartser û Tîm Kexîl bûne navdar. Ev herdû kes bûne `rêberên` tîmê, ya kû di sala 2006 li Şampîonata Cîhanê xwe dane dîyarkirin. Li vir hêjaye bê gotin, kû `efsûnkarê` kû di dîrokê de  cara ewul û ya dawî Avustralya derxistibû pêş Gus Xîddînk bû. Piştî dû salan bi saya  Xîddînk tîma Rûsya di Şampiyonata Ewropayê madaliya bronz qezenc kiribu.

Wan wê demê, reveke çawa xurt nîşandan! Dabînkirina bi lez ya topê li  ser tevayî qadê, kontrolkirina rewşê li her koşeyê qada fûtbolê. Bi saya vê hereketê, tîma Japoniya binketibû  û  bi tîma  Xirwatistanê re  encama serbiser qezenckirin. Wê demê gola dîrokî  Garrî Kewell avêtibû. Ya rast di leystika bi  tîma Brasîlyayê re ev stîla serneket. Avustralya maç bi  0:2 windakir. Her wûha `kangrû` di fînala 1/8 bi şampîonên cîhanê re tîma Îtalî re binket: `Matêrazzî û kompaniya` bi saya pênaltiya nîqaşî serkevtin destxistin. Her wûha di destpêka sedsalê de bi zelalî aşkere bû kû Avustralya ji Okêyanûsê `derbazkiriye`.  Ji wan re destûr hate dahîn kû ew di pêşbirkên qada Asiyayê  de beşdarî bikin, ev hîşt kû pêşbirk pir balkêş bin.

Di sala 2015 de `kangrû` ji bo  îspatkirina hêza xwe,  di Şampîonata Asiyayê  de serket. Tîma îro ne xirabe, kesên  navdar  li wûr  pir kêmin, lê di nav wan de leystikvanên premier-lîga Înglîzî  û `Şampîonşîp`ê, her wûha  leystikvanên ji klûbên navdar yên Ewropayê  yên wek `Feyonoord` û `Rotterdam` hatine kom kirin. Vê carê Avustraliyan ji hêla  rahêner ve jî qezenc kirine. Berê Şampîyonata Cîhanê ya li Rûsyayê, rahênerê wan Bert van Maarveyk hate destnîşankirin.  Maarveyk di sala 2010 di encama Şampîyinata Cîhanê  tevî tîma Holandayê madaliya `zîv` qezenc kiribun. Nîv salek berê niha, wî yekîneya Sûudî Erebistanê derxiste fînalê. Ji ber wê çengê alîgirên (hezkirên) fûtbolê bi heyecan li benda `derketina duyemîn`ya rahênenê Holandayê ne. Te mêzekir nişkêve  raqîbên  wek Fransa, Danîmark û Perû – ji ber futbola tenîkî ya `kangrû` berxwe nedan.

Bi heman mijarî:

Ji Meksîkayê pêşangeha gogên dêw ên fitbolê ya FIFA 2018an
FIFA: Êdî Iraq dikare mazûvantiya pêşbirkên fermî yên futbolê bike
Wê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li Kaliningradê kirê çiqas bin?
Projeya bikaranîna 'tax free' li bajarên malevaniya FIFA 2018an dikin
Wê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li Kazanê kirê çiqas bin?
Li Kaliningradê kirêya xaniyan dema FIFA 2018an dê çiqas be
Bilêtên balafiran bo bajarên Kûpaya FIFA 2018an arzan bûn
Etîketan:
Alîgir, Avustralya, Rûsya-2018, Kupaya Cîhanê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de