Kûpaya Cîhanê ya 2018an / Rûsya

Di Kûpaya Cîhanê ya 2018an de ji bo kesên astengdar wê ‘pêşkeşvan' pêywirdar bin

Sputnik
Nûçeyên Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya 2018an de ji bo fitbolhezkerên astengdar pêşbirkan bişopînin, hin tewdîr tên stendin. Serokê Komîsyona Kûpaya Cîhanê Andrey Kutepov, "Ji bo alîkariya astengdaran wê kesên dildar bên perwerdekirin, komên mobîlê wê bên organizekirin, ji bo ragihandina astengdaran li stadan wê wesayitên golfê bên bikaranîn."

Serokê Komîsyona Kûpaya Cîhanê a Konseya Federasyona Rûsyayê Andrey Kutepov, "Di Kûpaya Konfederasyona 2017an de 900 astengdaran pêşbirk temaşe kirin. Ji bo 34 kesên kor jî xizmet hatibûn dayin. Bi saya amûrên elektronîkê ve agahî dihatin parvekirin, Herwiha kîjan fitbolîstî bi kîjan lingê xwe li gogê xistibû jî dihat gotin."

Kutepov da zanîn ku wê di Kûpaya Cîhanê a 2018an de hejmara kesên astengdar zêdetir be: "Ji bo alîkariya astengdaran wê kesên dildar bên perwerdekirin, komên mobîlê wê bên organizekirin û ji bo ragihandina astengdaran li stadan wê wesayitên golfê bên bikaranîn. Ji bo kesên rêber jî wê hin cih bên avakirin."

Kutepov, eşkerekir ku di Kûpaya Cîhanê de 17 hezar kesên dildar wê pêywirdar bin.

Bi heman mijarî:

Pisîka Aşil, kahîna Kûpaya Cîhanê a 2018an ya li Rûsyayê ye
Kazan Arenaya li Rûsyayê ku dê di Kûpaya Cîhanê ya 2018an de mazûvaniya pêşbirkan bike
Li bajarên ku wê xwedîmaltiyê ji Kûpaya Cîhanê re bikin pergala 'tax free'
Li Volgograd û Saranskê bo fitbolhezkerên Kûpaya Cîhanê ‘navendên mêvanperweriyê'
Etîketan:
Astengdar, Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an, FIFA, fitbol, Andrey Kutepov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de