Kremlin Sözcüsü Dmitriy Peskov

Kremlin bersiva Johnsonî da: Şibandina Pûtînî bi Hitlerî nayê qebûlkirin

© Sputnik /
Nûçeyên Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Kremlinê Dimrity Peskovî diyar kir ku daxuyaniya Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson ku gotibû"Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dê Kûpaya Cîhanê ya Îsal bike Olîmpiyatên Nazî" wiha bi nav kir ku "dilê mirovî dixelîne û nayên qebûlkirin."

Peskovî derbarê mijarê de wiha got: "Teqez ev daxuyaniyeke wiha ye ku dilê mirovî dixelîne. Li wezîrê derve yê ti welatî nayên…Bêguman ew gotin êrîşkar in û nayê qebûlkirin."

Roja çarşemê Johnsonî di civîna Komîteya Bijarte ya Têkiliyên Biyanî ya Parlamentoya Brîtanyaye de ew fikira parlamenteran qebûl kiribû a ku dibêje, Pûtîn dê Kûpaya Cîhanê wek Hitlerî bi kar anîbû ku yê dawî olîmpiyatên sala 1936an ji xwe re wek "propogandaya bi kar anîbûn. Berdevka Wezareta Derve Mariya Zaxarovayê diyar kiribû ku ev daxuyaniyên li ser Rûsyayê ku li himberî naziyan bi milyon wendahî dabûn nayên qebûlkirin.

"HÎN JÎ LONDON NÊZÎKÎ HEVKARIYÊ NABE"

Peskovî diyar kir ku di lêpirsîna jehrîkirina ajanê rûs Sergey Skripal û qîza wî Yuliyayê de, London xwe nêzîkî hevkariyê nake.

Herwiha Peskovî got ku "Brîtanya helwesta xwe ya ku ravekirina wê zehmet û bêdiliya xwe ya eşkerekirina bê kî li dû bûyerê bû, dewam dike."

Berdevkê Kremlinê diyar kir ku London hîn jî naxwaze agahiyan bide û daxuyaniyên wiha li ser Moskowê dide ku bê bingeh û esas in û ji besîtirîn mentiqê jî bêpar in.

Peskov diyar kir, eger Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May hewl bide ku welatên Ewropayê bi sepandina mueyideyan li ser Rûsyayê qanî bike, di çarçoveya siyasî de em hêvî dikin ku aqilê selîm û mentiq serwer bibe.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Noqavên me dikarin Rûsyayê ji nav bibin
Pentagon: Heta 2025an dibe ku Amerîka serdestiya leşkerî ya Ewropayê ji Rûsyayê re bihêle
Pûtîn: Armanca mueyîdeyan rê girtina Rûsyayê ye
Rûsyayê dîmenên moşeka ku Putin behs kiribû weşandin
Ji Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê di derbarê hevdîtina Lavrov û Çavuşoglu de daxûyanî
Wezareta Derve Ya Rûsyayê, bangî balyozê Îngîlistanê kir
Çavuşoglu: Em daxwaza mayîna Rûsyayê li Sûriyeyê fam dikin
Etîketan:
Sergey Skripal, Dmitry Peskov, Brîtanya, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de