Kûpaya Cîhanê-2018

Li bajarên ku wê xwedîmaltiyê ji Kûpaya Cîhanê re bikin pergala 'tax free'

Sputnik
Nûçeyên Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Li 11 bajarên Rûsyayê yên ku wê xwedîmaltiyê ji Kûpaya Cîhanê ya 2018an re bikin dibe ku pergala 'tax free' bikeve xizmetê.

Li gor çavkaniya ku ji çapemeniya Rûsyayê re axivî proje wê li balafirxaneyên bajarên pîlot Moskowa, Pulkovo, Vladîvostok û Kalînîngradê bên ceribandin. Her wiha çavkanî got ku hikumet difikire li hemû balafirxaneyên wê beşdarvanên organîzasyonê biezimînin, pergala 'tax free' (Bê bac) bikeve xizmetê.

Kûpaya Cîhanê, di tarîxa 14 Pûşber-15 Tîrmehê wê li 11 bajarên Rûsyayê bê lidarxistin; Moskowa, Kalînîngrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nîjniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçî û Yekaterînbûrg.

Herwiha pêşbirka destpêkê û ya fînalê li Stadyuma Lujniki a paytext Moskowê wê bê lîstin.

Bi heman mijarî:

Li Volgograd û Saranskê bo fitbolhezkerên Kûpaya Cîhanê ‘navendên mêvanperweriyê'
Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
'Di Kûpaya Cîhanê de Mourinho di saetekê de wê mîlyonek sterlin bidest bixe'
Wê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li Kaliningradê kirê çiqas bin?
Etîketan:
Kûpaya Cîhanê a 2018an, Fitbol, Pergal, Çapemeniya Rûsyayê, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de