Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an

Ji Pûtîn û Infantino li Kremlînê şova futbolê

© Sputnik /
Nûçeyên Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 0 0

Ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an a ku li Rûsyayê birêve diçe bi tenê 100 roj man. FIFAyê bi mebesta ku ji pêşbirkê re 100 rojmane vîdeoyek weşand. Di videoyê de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokê FIFAyê Gianni Infantino li Kremlînê hatin pêşberî hev.

Li salona kesk a Kremlînê Pûtîn û Infantino bi gogê pas dane hev û bi hereketên estetîk hunera xwe ya futbolê nîşan dan.

​Di vîdeoyê de futbolîstê efsanewî yê arjantînî Diego Maradona, futbolîstê brezîlî Ronaldo, Harry Kawellê awûstiryayî, Jay Jay Okochayê nîjeryayî, Dmitriy Aleniçev ê rûsî, David Trezeguet ê frensî û Wayne Rooney yê îngilîz topê dipekînin û bi lêdana serî ya Pûtînî digihîje 100î.

​Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an dê di navbera rojên 14 Hezîranê û 15 Tîrmehê de li 11 bajarên cuda yên Rûsyayê were lidarxistin: Moskova, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçî û Yekaterinburg.

Pêşbirka ewil dê li Stadyûma Lujniki ya li Moskowayê were lidarxistin.

Bi heman mijarî:

Wê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li Kaliningradê kirê çiqas bin?
Wê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li Kazanê kirê çiqas bin?
Zabiyaka dê encamên pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an texmîn bike
Bilêtên balafiran bo bajarên Kûpaya FIFA 2018an arzan bûn
Bajarê Rostovê dema Kûpaya Cîhanê de mazuvaniya geştyaran dike
Dema Kûpaya Cîhane dê li Samarayê qelîteya hewayê were raçavkirin
Etîketan:
Kûpaya Cîhanê, pêşbaziyên Kûpaya Cîhanê ya 2018an, Gianni Infantino, Vladimîr Pûtîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de