Kevçiyên textikî yên kelepora Rûsî

Vuvuzelaya alîgirên futbola Rûsî ya Kûpaya 2018an diyar bû: Kevçiyên textikî

© Sputnik / Alex Malgavko
Nûçeyên Şampîyonîya Cîhanê ya Futbolê 2018
Lînkê kurt
0 78

Amûra muzîkê ya alîgirên futbolê yên Rûsî ku di yariyên Kûpaya 2018an a Dinyayê ya li Rûsyayê tê sazkirin de bikar bînin diyar bû.

Berhemdanerê amûra nû ya muzîkê Rustam Nugmanov ji malpera Znakê re eşkere kir, amûra ku ji bo alîgiran çêkiriye navê wê ‘kevçiyên serkeftinê' ye.

Amûra ku Nugmanov çêkiriye ji du kevçiyên textî yên ku bi parçeyekî plastîkê pev hatine girêdan pêk tê û nexşên kelepora Rûsî li ser kevçiyan hatiye xêzkirin.

​Serokdewletê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hefteya borî ferman dabû ku ji bo alîgirên futbolê yên Rûsî amûreke muzîkê were çêkirin û piştgirî bo projeyê were dayîn.

Hatibû ragihandin ku fondeke projeyê jî bo sêwirîner Rustam Nugmanov hatibû dayîn, lê wê demê nedihat zanîn bê amûra ku çêke dişibe çi.

Bi heman mijarî:

Die Weltê ji Erdogan re name nivîsand
Li bajarokekî Helebçeyê teqîn çêbû
Ebadî li Silêmaniyê çû serdana Celal Talabanî
Çavuşoglu: Dijatiya Almanyayê bo Tirkiyê sîstematîk e
Li Sûriyê 21 binpêkirinên agirbestê hatin tesbîtkirin
Li şaredariyekê din jî qeyûm hat tayînkirin
Etîketan:
Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de