04:27 22 Hezîran 2018
Di tarîxa 14 Pûşber-14 Tîrmehê de pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an wê li Yekaterinburgê bên lîstin.

Medya Alman ji futbolhezan xwest ku ji bo Kûpaya Dînyayê herin Rûsyayê

© Sputnik / Anton Denisov
Werzîş
Lînkê kurt
0 0 0

Rojnameya Suddeutsche Zeitung a almanî bang li futbolhezên li Almanyayê kir ku ji bo Kûpaya Dinyayê ya FIFA 2018an herin Rûsyayê.

Nivîskarê Suddeutsche Zeitungê Hans Gasser, pesnê mêvanperwerî, derfetên geştiyarî û siruşta Rûsyayê da û ji hemwelatiyên alman xwest ji bo kûpaya cîhanê serdana Rûsyayê bikin.

Gasser herwiha da zanîn ku ji bo futbolhezan derfeta vîzeya belaş tê dayîn, ji bo mayînê cihên guncaw hene û bi trenên bilez jî bi hêsanî dikarin herin deverên dûrî Moskow û St. Peterburgê.

Gasser, Rûsya wekî xezîneyeke ku divêv bê dîtin pêşkeşî futbolhezan kir.

Kûpaya Dinyayê ya FIFA 2018an di navbera 14ê Hezîranê û 15ê Tîrmehê de li 11 bajarên Rûsyayê birêve diçe.

Yekem maça tûrniwayê li Stadyûma Lujinkî ya Moskowê tê lîstin.

Bi heman mijarî:

'Amerîkayê ji HSDê re bi 250 TIRan çekên giran şandin'
Hilbijartinên Tirkiyeyê: Amarên vê anketê xewê diherimînin!
YSKê biryara dawî da: Demirtaş dê li girtîgehê ji TRTê re biaxive
Buldan: Ev hilbijartineke çarenivîssaz e
Balafirên şer ên Tirkiyeyê deverên Akre û Amediyê bombebaran dikin
Etîketan:
FIFA 2018, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de