09:10 18 Hezîran 2018
Maça dostaniyê ya navbera tîmên futbolê yên Rûsya û Tirkiyeyê de bi encama yeksaniya 1-1 bidawî bû.

Maça dostaniyê ya Rûsya-Tirkiye bi yeksaniyê bidawî bû

© REUTERS / Sergei Karpukhin
Werzîş
Lînkê kurt
0 01

Maça dostaniyê ya navbera tîmên futbolê yên Rûsya û Tirkiyeyê de bi encama yeksaniya 1-1 bidawî bû.

Maça dostaniyê ku di çarçoveya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an a malevaniya wê Rûsya dike de birêve çû, li stadyûma Moskowa CSKA Arenayê hat lîstin.

Di maçê de gola yekem di deqeya 35an de ji tîma Rûsyayê hat ku Samedov ew gol avêt.

Gola diduyan ya yeksaniyê jî di deqeya 60î ya yariyê de, ji aliyê futbolîzê tirk Yunus Malli ve hat avêtin û maç encama 1-1 bidawî bû.

Hat ragihandin ku di wê maçê de 22 hezar bilêt hatine firotin.

Etîketan:
Futbol, Maça dostaniyê, Rûsya, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de