09:08 18 Hezîran 2018
Laşciwan

Kurdekî Rojavayê li parêzgeheke Almanyayê bû şampiyonê laşciwaniyê lê derfet tine ne ku...

© Sputnik / Aleksey Malgavko
Werzîş
Lînkê kurt
0 0 0

Penaberê Qamişloyî Ehmed Îsmaîl li Şampyoniya Laşciwaniyê ya li bajarê Rhineya Bakurî yê Almanyayê bû şampiyon û niha amadekariyan dike tev li şampiyoniya Almanyayê bibe lê belê ji ber nebûna derfetên madî, gelek zehmetî li pêşberî wî hene.

Radyoya ARTA FMê ya Rojava derbarê Ehmed Îsmaîlî de raportek amade kir ku tê de wiha dibêje: Îsmaîl ji xelkê Qamişloyê ye û berî sê salan hatiye Almanyayê. Ev dema kin nebû asteng ku Ehmed asta yekem di werzişa laşciwaniyê de bistîne."

Ehmed Îsmaîl jî dibêje, "ji gava ez hatime(Almanyayê), ez di salona werzişê de me. Ev hobiya min e. Ev sê sal in, li Almanyayê werzişê dikim û min li Tirkiyeyê jî du salan kir."

Li gorî raportê, rahênan û werzişkirin tenê têra Ehmedî nakin, pêwîst e, xwarin û dermanan jî peyda bike lê belê ew jî gelekî buha ne û derfetên wî yên madî ewqasî zêde tine ne ku ev jî pirsgirêka wî ya serek ye.

Werzişvanê kurd diyar dike ku ji ber lêçûnên xwarin û proteînan zêde ye, ew nikare herdem wan bikire lê dibêje ku niha dixwaze bixebte da ku bibe şampiyonê Almanyayê û paşê dê ji bo şampiyona Ewropayê jî bixebite.

 

 

Bi heman mijarî:

Pûtîn wexta ku werzişê bike wê li ba we be
Wezîrê Werzişê yê Rûsyayê: Tirkiye ewlehiya maçê mîsoger kir
Werzîş xembar e: Muhammed Alî tiştekî nayê jibîrkirin afirand
‘WADA û IOCê werzîş kirine bazirganî'
Rewşa penaberên ku li salonên sporê bi cih dibe dê çawa be?
Li Amed Sporê cezayê siyasî hate birîn
Kremlîn: ‘Bila mijara sporê nebe mijara siyasetê'
Nasên êrîşkarê Petersburgê: Ne oldar bû bi sporê re mijûl bû
Etîketan:
Ehmed Îsmaîl, Almanya, Rojava, Sûriye, Qamişlo
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de