09:48 23 Hezîran 2018
Şampiyonlar Ligi, son 16, ikinci maç, Paris St Germain vs Real Madrid, Marco Verratti kırmızı kart hakem Felix Brych, Parc des Princes, Paris, 6 Mart 2018

Wê çopçiyek li Kupaya Cîhanê ya 2018an hakemtiyê bike

© REUTERS / Benoit Tessier
Werzîş
Lînkê kurt
0 0 0

Hat zanîn ku alîgirê hakemê futbolê Gabriel Victoria ku di Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an de hatiye wezîfedarkirin 25 sal in karmendê paqijya hawîrdorê ye.

Hakemê ji welatê Panamayê Victoria li welatê xwe hakemtiyê bê beramber dike ku Panama bixwe pereyan nade hakeman, tenê ji karmendên dewletê hakeman tayîn dike û alîkariya kereseyên hakemtiyê dide wan.

Gabriel Victoriayê ku dê di kupaya cîhanê ya FIFA 2018an de wek alîkarê hakem kar bike, ji sala 1993yan ve çopçîtiyê dike.

Li gor nûçeya Sporxê Gabriel Victoria dibêje, "Ez ji karê xwe hîç aciziyê nakim, çima bikim? Li Panamayê ji bo bikarim jiyana xwe bidomînim divê bixebitim û ev ji bo her kesî derbas dibe. Nerast e ku ez bi vî karî diwestim, min beriya niha jî di ber karê xwe yê çopçîtiyê re di tûrnûwayên navnetewî de cî girtiye."

Victoria sala 2015an di Şampiyoniya U-20 a Dinyayê de û sala 2017an di Kupaya Dinyayê ya U17an de û sala 2016an jî 'di Kupaya Amerîkayê de kar kiriye.

Bi heman mijarî:

PDK û YNK bi Fuad Mehsûm re civiyan: Divê posta serokomariyê ji kurdan re be
Prensê Siûdî wê ji berîka xwe deynê hemû tîmên futbolê bide
Polîsê Belçîkayê ji ber kuştina keça kurd hat protestokirin
Kêliya ku balafira Batman-Enqerê rabû birûsk ket
Fransa: Dibe ku li Rojhilata Navîn şer biqewime
‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’
Etîketan:
Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an, Pana, Futbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de