14:16 23 Gulan 2018
    Pêşkêşvanên jinên rûsî yên werzîşê ku poz dane Playboyê

    Pêşkêşvanên jin ên werzîşê yên rûsî poz dane Playboyê: Ji xwendekaran re surprîzên me hene

    © Foto : Instagram/Tartakova
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pêşkêşvanên televizyona werzîşê ya rûsî Match TV di çarçoveya Şampîyoniya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an ya ku dê 14 Hezîranê-15 Temûzê li Rûsyayê were lidarxistin bi bincilên xwe poz dane kovara zilaman a navdar Playboyê. Pêşkêşvana rûsî Sofya Tartakova diyar kir ku ji bo xwendekaran surprîzên wan hene.

    Pêşkêşvanên televizyona werzîşê ya rûsî Match TV Natalya Klark, Sofya Tartakova, Mariya Makarova û Mariya Bass ji bo hejmara taybet a kovara Playboyê bi bincilên xwe poz dane.

    Klark "Ji bo di kovareke wiha gerdûnî de cih digirim şanaz im. Ji bo ku derfeteke wiha daye kanala me spasdar im. Di dema tomarkirina dîmenan a 8 saetan de min ferq kir ku kedeeke zêde zêde didin."

    Tartakova destnîşan kir ku ew bêyî ku dûdilî bibe di vê projeyê de cih girtiye, "Her tişt gelek narîn bû. Wênegir profesyonel bû. Bi awayekî cuda nêzîkî her yekê ji me bû. Em jî wêrek tevgeriyan, me ji bo xwendekarên Playboyê gelek surprîz amade kirin."

    Mariya Bass jî got, "Wênegirtin gelek ciwan bû. Gelekî hest li min peyda bûn. Profesyoneliya di dema tomarkirinê ez kêfxweş kirim. Ji bo MATCH TV û Playboyê ji dil û can spasdar im."

    Интригуем с #матчтв и #playboy 🐰

    A post shared by Masha Bass (@mashabass) on Apr 16, 2018 at 2:57am PDT

    Hêjayî gotinê ye ku Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an di navbera 14ê Hezîranê û 15ê Temûzê de dê li van bajarên Rûsyayê were lidarxistin. Moskova, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçi û Yekaterinburg.

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Îstixbarata Brîtanyayê hişyarî da lîstikvanên xwe: Hay ji jinên rûsî hebin
    Jinên rûsî di zilaman de giringiyê didine çi?
    7 jinên bedew ên futbola rûsî
    Jinên sînemaya rûsî di Filmê Perayê de
    Sirê delaliya jinên rûsî eşkere bû
    Etîketan:
    Hejmara Taybet a Playboyê, wêne, Playboy, MATCH TV, Mariya Bass, Mariya Makarova, Sofya Tartakova, Batalya Klark, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de