13:54 25 Nîsan 2018
    Ronaldinho Gaúcho

    Futbolîstê navdar yê berê Ronaldinho kete nava siyasetê

    © AP Photo / Dmitri Lovetsky
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Futbolîstê navdar yê brezîlî Ronadinho tevlî Partiya Komariya Brezîlyayê bû û bi vî awayê kete nava siyaseta aktîv.

    Futbolîstê navdar yê Brezîlî Ronaldinho ku di sala 2002yan weke stêrka Kûpaya Cîhanê û di sala 2005an de jî weke baştirîn futbolîst hatibû bijartin piştî ku jubîleya xwe kir û teqawît bû di 37 saliya xwe de kete siyasetê. Tê payîn ku Ronaldinho di hilbijartinên tebaxê were dê dê bibe namzedê parlementeriyê.

    Partiya futbolîstê gewre daxuyaniyek da û tê de got, "Em ji vê biryarê kêfxweş in."

    Partiya Komariya Brezîlyayê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da, "Stêrkê futbolê Ronaldinho bûye endamê partiya me û di asta herêmî û navdewletî de bûye perçeyekî ji perçeyê partiya me."

    Hêjayî gotinê ye ku Ronaldinho li Ewropayê herî dawî formayê tîma îtalî Mîlanê li xwe dikir. Piştî k uvegeriya welatê xwe di navbera salên 2011 û 2012an de di tîma Flamengo û di demsalên 2012 û 2014an de jî formayê tîma Atletico Mineiro li xwe kir.

    Bi heman mijarî:

    Işik: TFF heçku perçeyekî ji tekoşîna dijterorê be nêzî Amedsporê dibe
    Fitbolîstê portekîzî Ronaldo, alîkariya zarokên sûriyeyî kir
    Fitbolîstê Fiorentinayê Astori li otelê mirî hat dîtin
    Fitbolîstê Amedsporê: Em vê serkeftinê diyariyê welatiyên kuştî û birîndar dikin
    Serokê Amedsporê li Dadgeha Cezayê a Amedê hat darizandin
    Ji bo Amedsporê qedexeya pêşbirka deplesmanê ya 46em
    'Dibe ku ji bo Amedsporê qeyûm bên tayinkirin'
    Etîketan:
    Siyaset, Futbol, futbolîst, Werziş, Partiya Komariya Brezîlyayê, Kûpaya Cîhanê, Ronaldinho, Brezîlyayê, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de