19:24 20 Nîsan 2018
    AmedSpor

    Işik: TFF heçku perçeyekî ji tekoşîna dijterorê be nêzî Amedsporê dibe

    © Foto : Diyarbakir.bel.tr
    Werzîş
    Lînkê kurt
    Mevlut Oguz
    0 62

    Nivîskar û şîrovekarê sporê Ali Fikri Işik diyar kir ku îro her çiqas pirsgirêka sereke ya Amedsporê weke sportîf xuya bike jî di esasê xwe de pirsgirêk birêvebirina îdareyê û derfetên maddî ne. Bi raya Işik "nêzîkatiya TFFê li ser Amedsporê ne sportîf e, siyasî ye. TFF heçku Amedspor perçeyekî ji tekoşîna dijterorê be nêzî Amedsporê dibe"

    Amedspor
    © Foto : Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
    Di demên ku lîg ber bi dawiyê ve diçe dîrektorê Amedsporê Ahmet Akçan dest ji kar berda. Di pêşbirka bê ya bi Eyupsporê re dê li ser tîmê Ibrahim Cezayir hebe. Nivîskarê sporê Ali Fikri Işik rewşa dawî ya Amedsporê, destjikarberdana serokê tîmê, sepandina cezayê deplasmanê li Amedsporê û nêzîkatiya rayedaran li ser tîmê ji Sputnik Kurdistanê re şîrove kir.

    ‘WEKE ÇAND Û PRATÎKEKA FUTBOLÊ TIŞTEKÎ KU AMEDSPORÊ JI BEŞIKTAŞÊ VEQETÎNE TUNE YE'

    Ali Fikri Işik dibêje taliya talî Amedspor tîmeke sporê ye, "Amedsporê ji tîmekê ne zêdetir e. Dema ku mewzubehs dibe Amedspor ya ku nayê famkirin ew e ku, di navbera wateya cemaeta Amedsporê ku ji Amedsporê fam dikin û cîhanê futbola tirkî jê fam dike hevgiriyeke mezin heye. Mixabin divê bibêjim ku têgihiştina civaka futbola Amedsporê îro roj ji terefê rayedarên Amedsporê jî ne ji edetê ye. Her tim heçku Amedspor ji tîmekê zêdetir be, wisa hat famkirin û ev famkirin hêj wisa dewam dike. Di esasê xwe Amedspor klûbeke futbolê ye û tevî hemû çînên xwe yên taybet bi ‘nirxên' tîpîk ên futbola tirkî hatiye arastekirin. Dema em ji vir nêzî mijarê binerin ‘şeytanîkirina' Amedsporê ji aliyê civaka futbola tirkî weku nayê famkirin. Bo nimûne pirseke besît; Weke çand û pratîkeka futbolê tiştekî ku Amedsporê ji Beşiktaşê veqetîne tune ye. Alîgirên herdu aliyan jî bi tirkî tezahurat dikin. Li hember maç û pêşbirkan heman reaksiyonê nîşan didin. Heman stranann dibêjin. Hetta berketin û hezna wan jî wekhev e."

    ‘NÊZÎKATIYA TFFÊ LI SER AMEDSPORÊ NE SPORTÎF E, SIYASÎ YE'

    Ali Fikri Işik balê kişande ser nêzîkatiya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) û wiha axivî: "Nêzîkatiya TFFê li ser Amedsporê ne sportîf e, siyasî ye. TFF heçku Amedspor parçeyekî ji tekoşîna dijterorê be, wisa nêzî Amedsporê dibe. Sepandina ‘qedexeya deplasmanê' bi ser alîgirên Amedsporê jî ji heman hişmendiyê derdikeve. Sepandina qedexeya deplasmanên li dijî prensîba wekheviyê ya destûrê ye. Eger hun ewlehiya maçekê nekaribin bistînin, otorîteya we ya dewletê cihê nîqaşê ye. Mijara tevdîran, mijara ewlehiyê ye. Bergirî û tevdîrên ewlehiyê divê ne li dijî destûrê bin."

    AmedSpor
    © Foto : Diyarbakir.bel.tr
    ‘PIRSGIRÊKA SEREKE YA AMEDÊ WEKE SPORTÎF XUYA BIKE JÎ DI ESASÊ XWE DE PIRSGIRÊK BIRÊVEBIRINA ÎDAREYÊ Û DERFETÊN MADDÎ YE'

    Wekî tê zanîn dîrektorê Amedsporê Ahmet Akçan ê ku 7ê mijdara 2017an dest bi kar kiribû 20ê sibatê dest ji kar berdabû. Amedspor a ku rojên dijwar derbas dike, ji aliyekî ve pirsgirêkên maddî dijî ji aliyê din ve ev nêzîkî 3 salan e qedexeya deplasmanan li ser tê sepandin. Ev tê wê wateyê ku bi jidestkarberdana Ahmet Akçan re dê pirsgirêkên Amedsporê bidomin. Li ser vê yekê şîrovekarê sporê Işik ev nirxandin kirin:

    "Pirsgirêka sereke ya Amedsporê ne tunebûna dîrektorê teknîkî ye. Amedspor di nava pirsgirêkên maddî de avjêniyê dike. Mixabin rêveberiya Amedsporê ji bo çareserkirina pirsgirêkên maddî tu proje bi pêş nexistin. Îro her çiqas pirsgirêka sereke ya Amedê sportîf xuya bike jî di esasê xwe de pirsgirêk birêvebirina îdareyê û derfetên maddî ne. Ahmet Akcan bi awayekî karîger li tîmê zêde nekir. Hebûna wî û tunebûna wî nabe merema pirsgirêkan."

    ‘DERÛNIYA SERWER A LI SER CEMAET Û RÊVEBERIYA TÎMÊ EW E KU DÊ TÎMA AMEDSPORÊ BIKEVE KOMEKE JÊRTIR'

    Ali Fikri Işik destnîşan kir ku derûniya serwer a li ser cemaet û rêveberiya tîmê ew e ku dê bikeve komeke jêrtir, "Bi vê yekê rêveberî heçku bi dehfdaneke şepola hiş dixwaze tîm bikeve komeke jêrtir. Lewra wer xuyaye ye ku stendina biryara derneketina maça Sviassporê bi vê derûniyê hatiye stendin. Qet nebe bi min re qenaeteke wiha çêbû."

    Amedspor
    © Foto : Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
    ‘ERKA TÎMA FUTBOLÊ EW E KU DERKEVE HER PÊŞBIRKÊ Û DI HER PÊŞBIRKÊ DE BISERKEVE"

    Şîrovekarê sporê Işik, "Di serî de helwesta ku li hember TFFê û dijberên Amedsporê were nîşandan ne derneketina maçê ye, berovajî wê derketina maçê û biserketin ê ye. Divê dijî sepandina qedexeyan ne tîm û lîstikvan bes rêveberî û alîgir têbikoşin. Erka tîma futbolê ew e ku derkeve her maçê û di her maçê de biserkeve."

    ‘QEYÛMÊ HATIYE TAYÎNKIRIN PIŞTGIRIYA AMEDSPORÊ BIRÎ, EV HELWEST NAYÊ QEBÛLKIRIN'

    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê Cumali Atilla ji tîma Beşiktaş a ku di pêşbirka Lîga Şampiyonan de bi Bayern Munîxê re hat hemberî hev serkeftin xwest. Alîgirên Amedsporê li ser medyaya civakî bertek nîşanî Atilla dan û gotin ‘tîma vî bajarî diyar e'. Herwiha alîgirên Amedsporê anîne ziman ku, ‘şaredariya qeyûm dev ji serkeftina tîmê berdin ji tîma bajêr re astengiyan derdixe, ev jî ne bes e piştgiriyê dide tîmên Stenbolê. Bi vê jî dide nîşandan ku çiqasî dûrî bajêr û gelê bajêr e.' Işik li ser vê yekê got, "Ji herkesî ve eyan e ku Amedspor bi derfetên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve xebatan dike. Ger şaredarî jî tîmê piştgiriya xwe vekişîne herkes dizane ku dê tîm biterpile û têk biçe. Lewra qeyûmê hatiye tayînkirin piştgiriya Amedsporê birî. Ev helwest nayê qebûlkirin. Di bingeha vê helwestê de fikarên siyasî hene. Tevî ku herkesî ev yek dizanî cemaeta Amedsporê alterantîfek ne hilberand. Ya rast ev yek dide îsbatkirin ku cemaeta Amedsporê çiqasî lawaz û sûnî ye. Asoxîn li Diyarbekirê derdoreke civakî ya xweser ku nirxê futbolê bilind bike mixabin tune ye."

     

    Bi heman mijarî:

    Tîma Amedspor Bodrumsporê têkbir
    Amedspor biryar da ku dernekeve pêşbirka Sivas Belediyespor
    Amedspor antrenorê xwe yê nû diyar kir
    Amedspor li hemberî Kastamonu 1966sporê têk çû
    Amedspor dê di lîga 1. de têbikoşê
    Amedspor, Sivas Belediyesporê bi 2 golan têkbir
    'Amedspor: Yan em ê maçê nelîzin yan jî li stadyûmê çalakiyê li dar bixin'
    Etîketan:
    Qedexeya Alîgiran, Sepandina cezayan, lîga duyemîn, Amed sportîf, Spor, Amedspor, Werzîş, Spûtnik Kurdistan, Ali Fikri Işik, Diyarbekir, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de