05:25 22 Nîsan 2018
    Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2018an

    Li Kaliningradê kirêya xaniyan dema FIFA 2018an dê çiqas be

    © Sputnik / Natalya Seliverstova
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gor amarên şirketa Bookingê li bajarê Kaliningradê ku dê mazûvaniya yariyên futbolê yên Kûpaya Cîhanê FIFA 2018an bike, 900 cureyên rezervasyona xaniyên kirê hatine vekirin.

    Li gor amaran, dê di navbera 14ê Hezîranê û 14ê Tîrmehê de kirêya mehekê tevî mesrefan bigihe 270 hezar dolaran.

    Hinek xanî hene ku tenê eywanek û du jûrên razanê tê de, bi bihayê 540 hezar dolaran ji bo kirê hatine amadekirin ku pereyên transfera balafirgehê jî di nav de ye.

    Xaniyên rojane bi 2 hezar 700 dolaran jî hene ku taştê didin û înterneta belaş û çend xizmetên din jî di nav de hene.

    Herwiha hotelên rojaneya wan heta 10 dolaran jî hene ku hem nêzîkî perava behrê ne û hem taştê jî bi ser de didin.

    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de