06:11 20 Nîsan 2018
    Amedspor

    Deniz Naki: Ceza nikarin min aştî, azadî û welatperweriyê dûr bixin

    © Foto : Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 20

    Futbolîstê Amedsporê Deniz Naki ku ji aliyê Saziya Disîplînê ya Futbola Profesyonel a Tirkiyê (PFDK) ve biryara dûrxistina ji futbolê bo wî hatiye dayî, bi daxuyaniyekê bersiv da û got, “Ez bixwe jî naxwazim di nav sîstemeke wiha qirêjkirî de hebim.”

    Deniz Naki di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku wî rojeva siyasî ya Tirkiyê paşguh nekiriye û ji ber vê yekê gelek caran rastî êrîş û cezayan hatiye û got ku ew li Almanyayê ji ber êrîşeke çekdarî ji mirinê filitiye.

    Deniz Naki diyar kir, beriya ku li Amedsporê bilîzim jî jiyaneke min ya li ser bingeha azadî, aştî û welatperweriyê hebû û got: "Ez bi nirxên ku ez pê re girêdayî me heme. Roja ku ez ji wan nirxên xwe destê xwe bikişînim, ev dê were wê wateyê ku ez tine bûme."

    Naki da zanîn, ji ber vê helwesta xwe li qadên futbolê rastî êrîşan hatime û da zanîn, li ku dera cîhanê dibe bila bibe, dê li dijî zilm û neheqiyê dengê xwe bilind bike.

    Deniz Naki cezayê lê hatiye birîn bi bîr xist û wiha pê de çû:

    Amedspor
    © Foto : Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
    "Cezaya herî mezin a dîrokê ji min re hate dayîn û ev nîşaneya wê yekê ye ku federasyon çiqas siyasî, pêşdaraz û alîgir e. Ez gelek baş dizanim ku biryar siyasî ye. Di sîstemeke futbolê ya bi vî rengî qirêjkirî de bi rastî ez naxwazim hebim. Ji vî alî ve vê biryarê ez kêfxweş kirim. Ez dixwazim baş were zanîn ku ceza û dorpêçên bi vî rengî, nikarin min ji aştî, azadî û welatperweriyê dûr bixin. Ez ti car ji kiryarên xwe ne poşman im, hişê min li ser tiştên ku min nekirine ye…"

    Naki herwiha bala kişand ser ku ji ber wan serpêhatiyan ew nikare vegere Amedsporê û welatê xwe, lê ew dê piştgiriya xwe ya madî û manewî ya ji bo Amedsporê berdewam bike.

     

    Bi heman mijarî:

    Ebadî sibe bi partiyên Kurdistanî re dicive
    ‘Beşdar nebûna hin muxalîfan a Soçiyê xetayeke siyasî ye’
    Navenda dîrokî ji bo kupaya cîhanê tê amadekirin
    Gamêşekî wêrek fîlekî biçûk ji nav lepên şêrekî xelas dike
    Hevseroka KCDê Leyla Guven hat girtin
    Etîketan:
    Deniz Naki, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de