08:46 24 Çile 2018
Zindî
    Lionel Messi

    Peymana Messi ya bi Barcelonayê re hat weşandin

    © REUTERS/
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Football Leaksê peymana nû yê fûtbolîstê Barcelonayê Lionel Messi li ser înternetê weşand. Ji bo Barcelonayê maliyeta Messi 100 milyon euro ye. Hin saziyên çapemeniyê li ser peymana Messi hin îdiayên din bilêv dikin.

    Li gor nûçeya Sercan Tezcanoglu peymana nû a Messi ya bi Barcelonayê re ketiye înternetê. Dihat payin ku Messi heta sala 2021an peymana xwe dirêj kiriye û wê 90 milyon euro pereyê îmzeyê bigre. Li gor îdiayek din jî fûtbolîstê arjantînî heftane 600 hezar euro ji klûba xwe distîne. Bedêla serbestberdana Messi jî wek 750 milyon euro dihat îdiakirin. Lê li gor belgeyên Football Leaksê, Messi ji Barcelonayê heftane 2 milyon euro bidest dixe.

    MALIYETA SALEKÊ 100 MILYON EURO YE

    Lionel Messi Futbol - Barcelona
    © AFP 2018/ Nicholas Kamm
    Maliyeta fûtolîstê navdar ji bo Barcelonayê salê 100 milyon euro ye. Li gor nûçeya Mediapartê, cara ewil e ku fûtbolîstek, salê ji 100 milyon euroyî zêdetir pere qezenç dike. Lê wexta ku bac jê bikeve ji xeynî bonûsan 50 milyon euro ji Messi re dimîne.

    MESSİ WÊ BONÛSÊN DILSOZIYÊ BISTÎNE

    Di şampiyoniya Lîga Şampiyonan de jî 12 milyon euroyê din wê têkeve bêrîka Lionel Messi. Wek pereyê îmzeyê jî 63,5 milyon euro û heta ku peymana wî jî bikede û transferi tu tîmêndin nebe, wê 70 milyon euro ji klûbê bigre.

    DI BALAFIRÊ DE BI PARÊZERÊ REAL MADRÎDÊ RE HEVDÎTIN KIR

    Îdiayên derbarê Messi de ne ev bitenê ne. Li gor nûçeya Der Spiegelê Messi di sala 2013an de beriya Gareth Bale transfer bibe, bi Real Madridê re ji bo transferkirinê hevdîtinek pêk anî û pêşniyaza hevdîtinê jî ji Real Madridê hatibû. Li gor îdiayê ev hevdîtin di jetekê de û li hewayê pêk hatiye. Realê 250 milyon euro pereyê serbestberdanê û salê jî 23 milyon euro pêşniyaz kiriye, lê Messi qebûl nekiriye.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞê Messi û Kupaya Cîhanî hedef nîşan da
    Golên Messi di maça Arjantîn û Ekwadorê de (Vîdyo)
    Piştî Messi, hat îdiakirin ku Ronaldo jî bac diziye
    Balotelli: Divê ez Messi û Ronaldo bikujim
    ‘Cêwiyê' Messi yê îranî hate dîtin
    Etîketan:
    lionel messi, Pêşbirk, lîgên Ewropayê, Football Leaks, Mediapart, Sercan Tezcanoglu
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de