17:31 25 Gulan 2018
Aeroflot / Airbus A330

Aeroflot wê alîgiran bi 5 rûbleyî bibe pêşbirkên Kûpaya Cîhanê

© Sputnik / Maksim Blinov
Werzîş
Lînkê kurt
0 10

Ji organizasyona Kûpaya Cîhanê ya 2018an re wê Rûsya mazûvaniyê bike û li ser vê jî şirketa Rehewaya Rûs Aeroflot ragihand ku em amade ne ji bo alîgirên rûs bihayê bilêtan wek 5 rûbleyî (0.09 dolar) eşkere bikin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî alîkarî da vê kampanyayê.

Serokê Lîjneya Birêvebirina Aeroflotê Vitaliy Savelyev bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hat ba hev û ji Pûtîn re ragihand ku wek şirketa Aeroflotê em dixwazin ji bo alîgirên rûsî yên ku bixwazin biçin pêşbirkên tîma netewî, bihayê bilêtan wek 5 rûbleyî diyar bikin.

Savelyev wiha ragihand: Emê hemû alîgirên ku bixwazin biçin pêşbirkên tîma netewî bi saya qampanyayê ve bi erzanî bibin. Ji bo çûna yekhêlî bihayê bilêtan wê 5 rûble be û wê beriya pêşbirkan bi 3 rojan derkevin firotinê. Pûtîn jî kampanyaya şirketê bi erênî pêşwazî kir.

Organîzasyona Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an, di 14ê Pûşber-15ê Tîrmehê de wê li 11 bajarên Rûsyayê bê lidarxistin. Pêşbirka ewil jî li Stada Lûjnîkî ya Moskowayê wê bê lîstin.

Bi heman mijarî:

Rûsyayê pêşnûmaya nasnameya alîgirên Kupaya Cîhanî ya FIFA 2018an pesend kir
DAIŞê Messi û Kupaya Cîhanî hedef nîşan da
Serokê FIFAyê: Kupaya Cîhanê ya 2018an ya li Rûsyayê dê şampiyonaya herî baş be
Ji bo Kupaya Cîhanê FIFA 2018 ‘Parka Dostaniya Gelan’
Stadyuma Fiştê ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an amade ye
Etîketan:
Alîgirên kûpaya cîhanê, Bîlet, Erzanî, Kûpaya Cîhanê, Aeroflat, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de