17:37 18 Kanûn 2017
Zindî
    Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an

    Dê ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an kartên mêvanan bên dayîn

    © Sputnik/ Vladimir Astapkovich
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dê li bajarê Kalînîngrad a Rûsyayê li dema yariyên FIFA 2018 ên Kûpaya Cîhanê, kartên mêvandariyê bo alîgirên tîman û turîstan bên dayîn.

    Hat ragihandin dê di van kartên ku bidin turîstan de, xizmetên vê piştgiriya projeyê dikin li otel, sazî û muzexaneyan werin pêşkeşkirin û ew kes ji arzaniyê sûde bistînin.

    Rêveberiya Kalînîngradê derbarê mijarê de da xuyakirin, "Projeya Karta Russia City Pass a Mêvanan, bi fermana Cîgirê Serokwezîrê Rûsyayê Vitaliy Mutko di çarçoveya FIFA 2018 Kûpaya Cîhanî de, tê pêkanîn."

    Dê Kûpaya Cîhanî ya FIFA 2018 li 14 Hezîran — 15 Tîrmeh a 2018an li 11 bajarên Rûsyayê were lidarxistin.

    Bajarên mazbûna kûpayê dikin; Moskow, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçi û Yekaterinburg in.

    Dê yariyên vekirin û encamdanê yên turnuwayê li Stadyûma Lujniki ya Moskowê bên lîstin.

    Bi heman mijarî:

    Trump Koreya Bakur xiste lîsteya ‘welatên ku piştgiriya terorê dikin'
    Civîna Encumena Kerkûkê bo demeke nediyar hat paşxistin
    Li Diyarbekirê kêlikên tirban guherandin
    Barzanî: Dadgeha Federalî ne Destûrî ye, diviyabû li 2005an bê hilweşandin
    Ji bo FIFA 2018 a li St. Petersburgê, hezar jûrên din têne vekirin
    Diyaneta Tirkiyeyê derbasî modêla hevserokatiyê bû!
    Felah Mistefa: Şerekî nû li ber deriyê Iraqê ye
    Pûtîn û Rûhanî dê li Soçiyê hevdîtineke dualî pêk bînin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de