17:03 19 Hezîran 2018
St. Petersburg

Ji bo FIFA 2018 a li St. Petersburgê, hezar jûrên din têne vekirin

© Sputnik / Alexei Danichev
Werzîş
Lînkê kurt
0 0 0

Parêzgarê St. Petersburgê Georgiy Poltavçenko ragihand ku dê beriya destpêkirina yariyên FIFA 2018an ên Kupaya Cîhanê li St. Petersburgê hezar jûrên din ên otelan werin vekirin.

Poltavçenko da xuyakirin, "Dê li otelên ku ji bo Kupaya Cîhanê hatine avakirin de, nêzîkî hezar jûrên din cî bigirin."

Parêzgarê St. Petersburgê herwiha ragihand, beriya yariyên havînê yên Kupaya Federasyonê li bajêr 835 otelên ku 33 hezar jûrên wan hene, sertîfîka wergirtine.

Serokê Komîteya Turîzmê yê St. Petersburg Andrey Muşkaryov jî da xuyakirin, ji bo hatina turîstên FIFA 2018 Kûpaya Cîhanê, pişkinîna wergirtina pasaporta ewlekariyê li otelan tê kirin û komîteya turîzmê bi awayekî çalak kar bi yekîneyên ewlekariyê yên otelan re dike.

Bi heman mijarî:

Felah Mistefa: Şerekî nû li ber deriyê Iraqê ye
Li Îlamê erdhej çêbû: Germiyan, Helebçe, Hewraman û Şarezor hejiyan
2 Serokên bajêr ê AKPê îstîfa kirin
Hikûmeta Kurdistanê banga cîhanê kir: Navbeynkariyê bikin
Mercên seferên ji Rojava bo Herêma Kurdistanê hatin ragihandin
Etîketan:
Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de