22:28 27 Gulan 2018
Barcelona - PSG

Referandûma serxwebûnê rewşa tîma Barcelonayê xist xeterê

© REUTERS / Albert Gea Livepic
Werzîş
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî ku herêma Katalonya ya rojhilatê Spanyayê biryar da ku 1ê Cotmehê referandûma serxwebûnê pêk bîne, li La Ligayê (Lîga Futbolê ya Yekemîn a Spanyayê) nîqaşên li ser dahatuya tîma navûdengî ya cîhanî Barcelonayê destpê kirin.

Li gor medya Spanî rayedarên La Lîgayê dibêjin, ger Katalonya bi serê xwe serxwebûnê ragihîne, dê bandorê li ser tîmên futbolê yên Lîga Spanî ya yekemîn û duyemîn jî bike.

Serokê Lîga Profesyonel a Futbolê li Spanyayê (LFP) Javier Tebas, li ser pirsa derbarê Katalonya û Barcelonayê de got, "Ger Katalonya yekalî serxwebûnê ragihîne, Barcelona êdî nikare di lîga Spanî La Lîgayê û lîgên Fransî de bilîze."

'PÊVAJO BERDEWAM BIKE TI TÎMEKE KATALANÎ NIKARE BILÎZE'

Tebas, hêviya xwe ya ku tiştekî wiha pêk neyê anî ziman û diyar kir, "Ger proseya li Katalonyayê berdewam bike, ti tîmeke Katalanî nikare li Spanyayê bilîze."

Li aliyê din medya Katalanî bi zarê wezîrê werzîşê yê Katalanyaya xweser ragihandibû ku ger Katalonya serbixwe bibe jî dikare lîgên Spanî yan jî Fransî hilbijêre.

Serokê LFPê li ser yariya roja 1ê Cotmehê ku heman roja referandûma Katalonyayê ye jî got, ew yarîya plankirî ji bo rewşeke derqanûnî naguhere û dê yariya Barcelona û Las Palmasê di roja xwe de bê lîstin.

 

Bi heman mijarî:

YNKê 7 xal pêşkeşî Goran û Komela Îslamî kirin
Li Colemêrgê dîsa qedexe hat ragihandin
Pirtûka Rekoran Guinness 2018
Qanûna referandûma serxwebûna Katalonyayê hat qebûlkirin
Şandeya ENKSê bi Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re hevdîtin pêk anî
Li Sûrê xaniyê malbatekê tevî alavan hat xerakirin
Google sepana Drive digire
Karwanê milîtanan rastî êrişa hewayî hat: 85 kuştî
Raportorê NY: Dibe hejmara kuştiyan ji hezarî zêdetir be
Etîketan:
Barcelona, Katalonya, Spanya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de