15:48 20 Îlon 2017
Zindî
    Messi- Ramos

    Ramos, Messî dîn û har kir!

    © Foto: Twitter
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 69 0 0

    Sertîmê tîma Real Madrîdê Sergio Ramos di yariya navbera Real Madrîd û Barcelonayê de, hişt ku futbolîzê Arjantînî yê Barcelonayê Lİonel Messi dîn û har bibe.

    Ramos pêşî gog nîşanî Messi da û wekî jê re bişîne leyîst, lê paşê got bi hewa kir û Messi li ser vê kirina Ramos dest bi çêran kir ku dîmenên wê kêliyê ji aliyê kamerayan ve hatin tomarkirin.

    Rikeberiya rowanşê ya têkoşîna Lîga Super a Îspanî bi bûyera ku di navbera Ramos û Messi de pêk hatiye re, di rojeva medya civakî de jî cihekî fireh girt.

    ​Sertîmê Real Madrîdê Ramos bi wê lîstika xwe ya ku di xuleka 63yan de henekê xwe bi Messi kir hişt ku Messi hêrs bibe û dest bi sixêfan bike.

    Di yariya yekemîn de Real Madrîdê bi encama 3-1 li hemberî Barcelonayê bi ser ketibû û di rowanşê de jî dîsa bi encama 2-0 bi ser ket û kûpa Lîga Super a Îspanyayê bir muzexaneya xwe.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Iraqê derbarê hildana Ala Kurdistanê de biryar da
    Termê muxtarê Kurd ê ku winda bû hat dîtin
    Kandilli: Dema erdhejê Stenbolê gelekî nêzîk e
    Bulgaristan 600 leşkerî dişîne sînorê Tirkiyeyê
    ‘Îranê ji Tirkiyeyê daxwaz kir ku bi hev re li dijî referanduma serxwebûnê derkevin'
    Etîketan:
    Ramos, Messi, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de