13:13 22 Çile 2018
Zindî
    Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin

    Pûtîn hişyarî da WADAyê

    © REUTERS/ Alexander Zemlianichenko
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 61

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hişyarî da ku bi guman nêzîkî sîstema sîxuriyê (ajan) Ajansa Têkoşîna Dopîngê ya Cîhanî (WADA) bibin.

    Pûtîn di civîna Konseya Spor û Perwerdeya Bedenê de, nêrîna li ser avakirina sîstema sîxurîyê di Ajansa Têkoşîna Dijî Dopîngê ya Cîhanî de parast û bal kişand ser fişarên serdema Stalîn a Rûsyayê ku hişyarîya belavnebûna wê sîstemê li hemû qadên jiyanê da.

    PÛTÎN BAL KIŞAND SER PAKBÛNA SPORA RÛSÎ

    Putin wiha got: "Divê bi guman û hurbînî nêzîkî ve bibin. Helbet pêwîst e bê zanîn ku mebesta me ya sereke pêkanîna helwesteke dijî dopîngê û baldarîya li ser parastina pakbûna spora Rûsî ye."

    Pûtîn herwih bi bîr xist ku ew ji plana Serokê Komîsyona WADAyê Vitaliy Smirnov serwext bûye û tevî hişyarîya xwe sîstema sîxurîyê wekî xwedî girîngîyeke taybet nirxand.

    Bi heman mijarî:

    Li Dersîmê şer: 3 leşker birîndar bûn
    Li zanîngeheke Manchesterê panîka bombeyê: 3 avahî hatin valakirin
    Mamosteyên Êzidî: ‘Çarenivîsa êzidîyan û Kurdistanê yek e’
    Şandeya Almanyayê serdana Tirkiyê betal kir
    ‘DAIŞê berê xwe da çiyayan’
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de