10:33 23 Çile 2018
Zindî
    Xeyalên bêsinor: Di 49 salîya xwe da dest bi futbolê kir - Azize Ay

    Xeyalên bêsinor: Di 49 salîya xwe de dest bi futbolê kir

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Werzîş
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 115

    Jiyana jina kurd Azize Ay nîşan dide ku sînorên xeyalan tune. Azize Ay ji zarokbûna xwe gelek ji futbolê hezdikir lê bi sedema ku jin e malbata wê destur neda. Ay di 40 salîya xwe da zewicî û bi alikarîya hevserê xwe û hevalên xwe re, di 49 salîya xwe da dest bi futbolê kir. Ay niha di Tîma Jin Diyarbekirspor de dilîze.

    Li Amedê jina bi navê Azize Ay ya 49 salî bi jiyana xwe nîşanda ku sînor û temenê xeyalan tune. Ay di sala 1968an de li gundê Tilalo yê girêdayi Amedê, ji dayik bûye. Di zarokbûna xwe de gelekî ji futbolê hezdikir û xeyala wê ew bû ku di tîma Fenerbahçe de bilîze. Lê bi sedema ku jin e, malbata wê destûr neda û Azize Ay herdem ev xeyala xwe di nava dilê xwe de girt.

    Di temenên xwe yên ciwan de car caran bêyî agahiya malbata xwe bi futbolê lîstiye û dev ji futbolê bernedayê. Ay ji 9 salîya xwe de rojnameyên sporê berhev dike û tev pêşbirkên timên sporê di şopîne. Rêvebirên Diyarbekirspor xeyala Ayê dibîhizin û wê pêşniyarîyê lê dikin ku di Tîma Jin a Diyarbekirspor de bilîze. Ay vê pêşniyarê qebuldike. Hevserê Ay mirovekî oldar e û hecî ye û alikarîya herî mezin wî bi hevsera xwe re kiriye. Azize Ay di derbarê vê xeyala xwede ji Sputnik Kurdistan re axifî.

     

    'HINEK DERENG BÛ LÊ BAŞ BÛ'

    Ay li şirketekê nanpêje. Heger çiqas di nava civakê de listîka futbolê ji bo jina sosret tê dîtin jî Ay ev feraset şikand û xeyala xwe pêk anî. Ay diyarkir ku bi xeyala futbolê mezin bûye û hezkirina xwe ya futbolê wiha anî ziman: "Min herdem bi gogê dilîst. Malbata min destûr neda ku ez bilîzim. Lê niha ez li vir im. Gelek kêfxweş im. Ez 49 salî me lê ez xwe weke 18 salî dibînim. Ji bo min zor û zehmet bû lê herdem di xeyala min de bû. Ez bi saya hevserê xwe li virim. Gelek alikarî ya min kir. Hinek dereng bû lê ji bo min baş bû."

    'Ez 49 salî me lê ez xwe weke 18 salî dibînim'
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    'Ez 49 salî me lê ez xwe weke 18 salî dibînim'

    'HEBÛNA MIN FUTBOL BÛ'

    Ay ji sala 1982 vir de li ser futbolê şiroveyan dinivîse û rojnameyên sporê weşartîye. Ay wiha berdewamkir: "Hebûna min futbol bû. Bi zarokên gund re me gogê dilîst. Dema ku malbata min destûr nedida, min formayê xwe radihişt û ez bi dizî diçûm nav erd û min bi gogê dilîst. Di navbera karê erd de min bi karkeran re bi gogê dilîst. Bi sedema ku Diyarbekirspor ev fersend da min ez aligirê Diyarbekirspor im. Lê Fenerbahçe evina min a salan e. Ez di temenê 40î de zewicîm. Ez bi marşa Fenerbahçe ketim hundirê hola dawetê. Min çîçeka xwe zer û laciwerd çêkir û dema dawetê gotin 'bavêje' lê min ne avêt û min anî malê."

    Ay bang li jinan kir û dîyarkir ku sedem çi be bila bibe ji bo xeyalên xwe pêk bînin divê gav paş de navêjin û li du xeyalên xwe biçin.

    Etîketan:
    Futbol, gogbaz, Jin Diyarbekirspor, Fenerbahçe, Azize Ay, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de