23:32 20 Hezîran 2018
Amedspor

Kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer di rûdana trafîkê de can da

© Foto : Şaredariya Mezin a Bajêr ya Amedê
Werzîş
Lînkê kurt
0 23

Kaptanê tîma futbolê Amedsporê Şehmus Ozer di rûdaneke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

AmedSpor
© Foto : Diyarbakir.bel.tr
Hat ragihandin, kaptanê Amedsporê Şehmus Ozer 20 Berfanbarê dema ku bi otomobîla ji daweteke Meletiyê vedigeriya Diyarbekirê, otomobîla wî jî rê derketiye û qulibî ye.

Polîsan li cihê bûyerê xwe gihandin termê Şehmus Ozerê 36 salî û otomobîla wî.

Hêjayî gotinê ye, 2 roj in agahî ji Şehmus Ozer nedihat wergirtin.

Amedsporê li ser medya civakî wefata lîstikvanê xwe piştrast kir û sersaxî xwest.

​Şehmus Ozer ji sala 2014an ve wek futbolîst di Amed Sportîfê de dileyîst.

 

Bi heman mijarî:

Netanyahu: Me bi hezaran birîndarên sivîl ên Sûriyê tedawî kir
Rêvebirê Asayîşa Koyê: Di teqînan de 7 kesan can da
Berpirsekî PDK-Îyê li ser teqînan daxuyanî da
Etîketan:
Jiyana xwe ji dest da, Şehmus Ozer, Amedspor, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de