22:25 17 Kanûn 2017
Zindî
    Di çar atletên din ên rûsî de madeya dopîngê ya bi navê meldonyumê hate dîtin

    Ewropî û amerîkî derbarê 'destûra dopîngê de' çi difikirin?

    © REUTERS/ EDUARD KORNIYENKO
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî lêkolîna ku di çarçoveya projeya Spûtnîk.Nerînê de hatiye kirin, piraniya xelkê Amerîka û Ewropayê wiha difikirin ku divê destûrê nedin hinek werişvanan ku ji ber "sedemên bijîşkî" dermanên ji aliyê Ajansa Têkoşîna li dijî Dopîngê ya Cîhanê hatine qedexekirin bi kar bînin.

    Piraniya poloniyên ku beşdarî vê lêkolîna ji aliyê şirketa Ifopê ve ji bo ajansa nûçeyan a Spûtnîkê hatiye pêkanîn, (66%), 50% ji alman û îtaliyan û 48% ji fresniyan li dijî wê ne ku werzişvanên nexweş dopîngê bi kar bînin. Ji aliyê din 11 ji sedê Polonyayîyan, 14 ji sedê Fransiyan, 16 ji sedê Îtaliyan, 17 ji sedê Amerîkiyan, 19 ji sedê Almanan, 19 ji sedê Îspaniyan û 22 ji sedê Brîtaniyan anîn ziman ku pêwîste ji derveyî teşhîsên ji bo werzişvanan hatine danîn şertên wekhevî werin pêkanîn.

    Di vê navberê de encamên rêjeya herî zêde ya welatên ku bi xweşbînî nêzîkatiyê li bikaranîna ‘dopînga bi destûr' dikin li Brîtanya, Amerîka û Îspanyayê derketin. 27 ji sedê Brîtaniyan, 28 ji sedê Amerîkiyan û 31 ji sedê Îspaniyan ku beşdarî lêkolînê bûn bikaranîna dopîngê wek mafekî parastin.

    Tê pêşbînikirin ku Serokê Komîsyona Serbixwe yê Ajansa Têkoşîna Dopîngê ya Dinyayê (WADA) Richard McLaren beşa diduyan a bikaranîna dopîngê di sporê de di 9ê Berfanbarê de eşkere bike. Hat ragihandin ku dê Dîrektorê Giştî yê WADAyê Olivier Niggli daneyên ji encama lêpirsîna MacLaren derketine, pêşkeşî Komîsyonên Têkoşîna Dopîngê û Komîteya Olîmpiyatê bike.

    Piraniya poloniyên ku beşdarî vê lêkolîna ji aliyê şirketa Ifopê ve ji bo ajansa nûçeyan a Spûtnîkê hatiye pêkanîn, (66%), 50% ji alman û îtaliyan û 48% ji fresniyan li dijî wê ne ku werzişvanên nexweş dopîngê bi kar bînin.
    © Sputnik/
    Piraniya poloniyên ku beşdarî vê lêkolîna ji aliyê şirketa Ifopê ve ji bo ajansa nûçeyan a Spûtnîkê hatiye pêkanîn, (66%), 50% ji alman û îtaliyan û 48% ji fresniyan li dijî wê ne ku werzişvanên nexweş dopîngê bi kar bînin.

    Lêkolîn ji aliyê kompaniya lêkolînan Ifop a Fransî ve di rojên 22-26ê Cotmeha 2016an de hatiye kirin. Ji Almanya, Fransa, îspanya, Îtalya, Polonya, Brîtanya û Amerîkayê 7043 kesên li bin temenê 18 saliyê beşdarî lêkolîne bûne û lêkolîn li gor zayenda serjimariyê, komên temanan û cografyayê hatiye pêkanîn. Baweriya bi lêkolînê jî li gor daneyên seranserê welêt bi îhtimala 95 je sedî û guhertoya kêm-zêde +/- 3.1 hatiye hesab kirin

    Bi heman mijarî:

    Dumayê pejirand, ji bo werzîşvanên Rûs ên dopîng bikaranîne ceza tê
    Pûtîn ji bo dopîngê banga 'komîsyoneke serbixwe' kir
    Di çarçoveya EURO 2016an de ji 47 werzîşkarê rûsî numûneyên dopîngê hat girtin
    Kremlîn: ‘Îdîaya dopîngê ku nehatibe îspatkirin bêbextî, ye'
    Rûsyayê, îdiayên dopîngê yên Olimpiyadên Soçiyê derewandin
    Etîketan:
    werzîşvan, dopîng, Spûtnîk, Komîsyona Serbixwe yê Ajansa Têkoşîna Dopîngê ya Dinyayê (WADA), Ifop, Olivier Niggli, Richard McLaren, Polonya, Îspanya, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de