09:04 17 Tebax 2017
Zindî
    Deniz Naki

    Ji bo futbolîst Deniz Naki 5 sal cezayê girtîgehê hate xwestin

    © Foto: DHA
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 11110

    Ji bo futbolîstê Amedsporê Deniz Naki bi îdiaya ‘propagandeya terorê' kiriye 5 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. Dozger şal û şapik jî weke ‘cilên PKKê' binav kir.

    Navenda Nûçeyan — Îdianame ya derbarê Deniz Naki ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hate amadekirin ji hêla 4emîn Dadegeha Cezayê Giran a Amedê ve hate qebûlkirin. Di îdianameyê de 8 parvekirinên Naki yên Facebook û Twitterê weke ‘propagandeya rêxistina terorê' hatiye dîtin û weke sûc hatiye nişandan. Herwiha ji ber ku Nakî li ser hesabê xwe wêneyekî zarokên di şerê Israîl û Filistînê de jiyana xwe ji dest dane par ve kiriye û wê weke bûyerên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê nîşan daye sûc hatiye dîtin.

    Di îdianameyê de hatiye gotin ku Deniz Naki, operasyonên li hemberî PKKê weke ‘operasyonên li hemberî gelê herêmê' nîşan daye. Herwiha hatiye îdiakirin ku Naki bi parvekirinên xwe rêbazên PKKê rewa nîşan daye serdozgeriyê wêneyekî Nakî yê bi şal û şapik jî weke ‘cilên PKKê' binav kiriye û sûc qebûl kiriye.

    Di îdianameyê de hatiye gotin ku Deniz Naki di îfadeya xwe ya dozgeriyê de gotiye hesabên medyaya civakî aîdî wîne lê li hemberî propagandeya rêxistinê derketiye.

    Li gorî îdianameyê Deniz Naki wiha îfade daye: "Parvekirinên li ser hesabên min ên medyaya civakî bi gelemperî aîdî min in. Tenê nayê bîra min ku min parvekirina di 4ê Îlonê de kiriye an na. Hevalekî min ê li Almanyayê jî dikare li ser hesabê min parvekirinan bike. Dibe ku ev parvekirin ji hêla wî ve hatibe kirin. Armanca min a van parvekirinan ew e ku peyama aştiyê bidim. Min her wext ev fikrên xwe anîne ziman. Ti kes ji mirina mirovekî kêfxweş nabe. Parvekirin fikrê min ê şexsî ye. Ti eleqeya min bi rêxistina terorê re nîne. Ez wan sûdariyan qebûl nakim ku avêtine ser min."

    Di îdianameyê de bi îdiaya ku ‘propagandeya rêxistine terorê kiriye' ji bo Deniz Naki ji salekê heta 5 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

     

    Bi heman mijarî:

    Federasyona Futbola Tirkiyayê 3 puanên Amedsporê jêbir
    Federasyona Tirkiyayê cezayên êrişî tîma Amedsporê birî
    Sê pûanên Amedsporê hate xistin
    Li Amedsporê cezayeke nû hate birîn
    ŞOK - Ji bo lîstikvanê Amedsporê ceza: 12 lîstik û 19.500 lîre
    Polêsan avêtin ser tesîsên Amedsporê!
    Cezayê Deniz Naki yê tîma Amedsporê birin DMMEê
    Etîketan:
    şal û şapik, cezayê girtîgehê, 'Propagandeya rêxistinê', ceza, Facebook, Twitter, 4emîn Dadegeha Cezayê Giran a Amedê, Serdozgeriya Komarî ya Amedê, PKK, Amedspor, Deniz Naki, Israîl, Filistîn, Almanya, Şirnex, Cizîr, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de