10:35 20 Îlon 2017
Zindî
    Leo Messî

    Messî piştevaniya penaberan kir

    © Sputnik/ Alexey Filippov
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 67 0 0

    Futbolîstên arjantînî Lion Messi, piştevaniya organîzasyona Liberte Cup ya futbolê ya ku wê li Fransayê bê lidarxistin kir. Organîzasyon bo alîkariya penaberan wê bê lidarxistin.

    Navenda nûçeyan — Futbolîstên navdar yê arjantînî Lion Messi, piştevaniya organîzasyona Liberte Cup ya futbolê ya ku wê li Fransayê bê lidarxistin kir.  Messî îfadeyên ku di danasîna organîzasyonê de hatin bi kar anîn li ser malpera xwe ya Facebookê par vekir û peyama ‘futbol bê sînor e' da.

    ‘EM SIYASETÊ JI BÎR BIKIN Û FUTBOLÊ BILÎZIN'

    Messi destnîşan kir ku ti alîyekî siyasî an jî berjewendiyê ya Liberte Cupê nîne û wiha got: ‘Hedef gelekî eşkere ye. Guherîna nêrîna li hember penaberan ya ku ji aliyê çapemeniyê ve hatiye belavkirin e. Pêdiviya penaberan bi piyariyê nîne, tenê li hêviya piştevaniyê ne. Lewma jî em siyasetê ji bîr bikin û futbolê bilîzin.'

    Pêşbirka futbolê wê sibê li herêma Grande-Synthe li Stada Du Moulinê ve bê lidarxistin û hemû kesên ku bixwazin piştevaniya penaberan bikin wê karibin beşdar bibin.

    Bi heman mijarî:

    Messi : 'Ez Kurdistanê û kurdan baş nas dikim'
    Etîketan:
    liberte cup, futbol, şer, hevkarî, alîkarîya penaberan, Lionel Messi, franse, arjantîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de