11:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Maraton

    Ji bo Maratona Hewlêrê serlêdan vê çarşemê diqedin

    © AFP 2017/ / Sergei Gapon
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 2601

    Li gorî nûçeya BasNewsê roja 30ê Cotmeha 2015an li Hewlêrê bi navê ‘aştî ji bo hemûyan e; lêbelê ji bo aştî û pêkvejiyanê ye' reveke maratonî ya navnetweyî tê lidarxistin.

    Navenda Nûçeyan —Derbarê Maratona Çaremîn a Hewlêrê de Serokê Komîteya Amadekar Ebdulsetar Îsmet radigîne ku ji bo şert û mercên serdan û tevlêbûnê li Parka Şanderê buroyek vekirine. Ev buro heta çarşema pêşiya me dê serdanan qebûl bike, jimareyan bide werzişkaran û tîşortan belav bike.

    Serokê Komîteyê Îsmet derbarê mercên beşdariyê jî wiha got: ‘Mezin û biçûk, jin û mêr, saxlem û kêmlebat dikarin wekî beza beşdarî vê maratonê bibin.'

    Derbarê armancên maratonê de jî Îsmet got ku bi sponsoriya Korek Telekomê ev rev û bez tê lidarxistin ku ramana hêvî, aştî, biratî û pêkvejiyanê li temamiya cîhanê bê ragihandin.

    Bi heman mijarî:

    Kuşniya bi çoxe: Werzişeke kevneşopî ya kurdên Xoresanê
    Îranê ji werzîşkarê kurd lêborîna fermî xwest
    Etîketan:
    şert û mercên beşdariyê, serlêdan, werziş, Maratona Çaremîn a Hewlêrê, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de