03:04 23 Îlon 2017
Zindî
    Ferhad Pîrûtpûr

    Îranê ji werzîşkarê kurd lêborîna fermî xwest

    © Foto: online-instagram.com
    Werzîş
    Lînkê kurt
    0 1001

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê ya ku agehiyên xwe spartine çavkaniyên herêmî, Rêveberiya Werzişê ya Urmiyeyê ragihand ku ji ber bêhurmetiya ku li lîstivanê kurd ê tîma Şaredariya Urmiyê hatibû kirin, bi fermî daxwaza lêborînê ji wî hatiye kirin.

    Roja 21ê vê mehê li yarîgeha El Xedîr a bajarê Ormiyê yê rojhilatê Kurdistanê, tîmên voleybolê yên Şaredariya Urmiyeyê û Banka Sermayeyê ya Tehranê di çarçoveya yariyên klûbên voleybolê yên Îranê de hatibûn hemberî hev.

    Wê rojê, hinek alîgirên tirk-azerî yên tîma Şaredariya Urmiyeyê, heqaret li xizm û hevalên lîstikvanê kurd ê tîmê Ferhad Pîrûtbûr kiribûn. Sûcê wan mirovên Pîrûtbûr tenê ew bû ku bi kincên kurdî çûbûn yarîgehê!

    Bûyera han dengek mezin di nav kurdan de veda û di medyaya civakî de rastî nerazîbûneke mezin hat.

    Li ser vê yekê, Rêveberê Giştî yê Saziya Werzîşê ya Urmiyeyê, Ebdullah Çemengolî duh ji malpera nîvfermî ya 'kurdpress.com' re got ku rayedarên tîma Şaredariya Urmiyeyê bi fermî daxwaza lêborînê ji Ferhad Pîrûtbûr kirine.

    Ebdullah Çemengolî anî ziman ku Waliyê Urmiyeyê û rayedarên siyasî û civakî yên din ên bajêr jî ji wê bûyerê dilgiran bûne û got, rayedaran soz dane, kesên ku bêhurmetî li xizmên Pîrûtpûr kirine, bên cezakirin.

    Lîstikvanê kurd Ferhad Pîrûtpûr, sala 1980an li bajarê Mehabadê ji dayîk bûye û ji sala 2003an vir de bi werzîşa voleybolê re mijûl e. Ferhad îsal biharê jî bû endamê tîma millî ya voleybolê ya Îranê.

     

    Bi heman mijarî:

    Kuşniya bi çoxe: Werzişeke kevneşopî ya kurdên Xoresanê
    Etîketan:
    voleybol, werziş, Kurdistan, kurdî, Kurd, Ferhad Pîrûtpûr, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de