04:42 26 Nîsan 2018

    Werzîş

    • Liverpool-Muhammed Salah
      Last update: 15:57 25.04.2018
      15:57 25.04.2018

      Liberman pesnê Salah da: Divê demildest bo artêşa Îsraîlê bê kirêkirin

      Muhammed Salah duh di pêşbirka ewil ya nîvfînala Lîga Şampiyonan de ku du gol avêt û di serkeftina tîma xwe Lîverpoolê de xwedî parek mezin bû ji aliyê Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Avigdor Liberman ve hat pesinandin.

    • Lîga UEFA Ewropa-Lîga Şampiyonan
      Last update: 12:32 25.04.2018
      12:32 25.04.2018

      Pêşbirka nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan: Liverpool 5-2 Roma

      Di pêşbirka ewil a nîvfînalê ya Lîga Şampiyonan de Liverpool li qada xwe nûnerê Îtalyayê Roma kir mêvan. Liverpoolê pêşbirka dijwar bi golên Mohamed Salah(2), Firmino (2) û Sadio Mane ve 5-2 qezenç kir. Golên Romayê Edin Dzeko û Diego Perotti avêtin.

    • Pêşkêşvanên jinên rûsî yên werzîşê ku poz dane Playboyê
      Last update: 17:51 24.04.2018
      17:51 24.04.2018

      Pêşkêşvanên jin ên werzîşê yên rûsî poz dane Playboyê: Ji xwendekaran re surprîzên me hene

      Pêşkêşvanên televizyona werzîşê ya rûsî Match TV di çarçoveya Şampîyoniya Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an ya ku dê 14 Hezîranê-15 Temûzê li Rûsyayê were lidarxistin bi bincilên xwe poz dane kovara zilaman a navdar Playboyê. Pêşkêşvana rûsî Sofya Tartakova diyar kir ku ji bo xwendekaran surprîzên wan hene.

    • Dalkurd
      Last update: 17:10 23.04.2018
      17:10 23.04.2018

      Di lîga Swêdê de Dalkurd bi GIF Sundsvallê re hat pêşberî hev

      Tîma karsazên kurdan Dalkurd di hefteya 5em a Lîga Super a Swêdê de bi tîma GIF Sundsvallê re hat pêşberî hev, pêşbirk 2-2 beranber ma.

    • Liverpool-Muhammed Salah
      Last update: 14:13 23.04.2018
      14:13 23.04.2018

      Fitbolîstê salê yê herî baş Mohamed Salah e

      Mohamed Salahê ku di tîma Liverpoola Lîga Premierê ya Brîtanyayê de heyamek serkeftî derbas kir ji aliyê PFAyê fitbolîstê herî baş yê Lîga Premierê hat bijartin.

    • Andres Iniesta y Xavi con la Copa del Rey
      Last update: 10:12 22.04.2018
      10:12 22.04.2018

      Tîma Katalon cardin kûpaya Qraliyeta Îspanyayê hilda

      Li Îspanyayê di lîstika fitbolê ya Qûpaya Qraliyeta Îspanayyê deBarcelona tîma Sevilliyayê bi 5 golan têk bêr û cara çaremîn Qûpaya Qraliyetê stend.

    • Arsene Wenger
      Last update: 13:38 20.04.2018
      13:38 20.04.2018

      Arsene Wenger piştî 22 salan ji Arsenalê vediqete

      Rahênerê frensî ji 1ê Cotmeha 1996an û vir de ji Arsenala ku dixebitîne piştî heyama îsal dê veqete. Arsene Wengerê ku ji ber sernefiraziyên çend salên dawî îstîfaya wî hat xwestin 3 şampiyoniyên Premier League, 7 şampiyoniyên FA Cup û heyamek bêtêkçûn ji tîma xwe re da qezençkirin.

    • fitbol
      Last update: 12:18 19.04.2018
      12:18 19.04.2018

      Bi gola ku di deqîqeya 90+4an de avêt ve tîma xwe derxist fînalê

      Di pêşbirka rowanşa nîvfînala kupaya Yûnanistanê de AEK û Larissa hatin pêşberî hev. Herwiha beriya qedandina pêşbirkê tîma AEK bi gola ku di deqîqeya 90+4an de avêt ve derket fînalê. Alîgir û heyeta teknîk ya tîmê kêfxweşiyek mezin kirin.

    • Zlatan İbrahimoviç
      Last update: 15:54 18.04.2018
      15:54 18.04.2018

      Îbrahîmovîç: Şampiyoniya bêyî min, ji şampiyoniyê nayê hesibandin

      Zlatan Îbrahîmovîçê ku di tîma lîga DYAyê Los Angeles Galaxyê de forme li xwe dike daxuyand ku bi tîma milî ya Swêdê wê beşdarî Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2018an bibe.

    • Gheorghe Popescu-Fitbolîstê Galatasarayê yê berê
      Last update: 12:47 18.04.2018
      12:47 18.04.2018

      Galatasarayê krampona Popescu derxist firotinê

      Kûluba Galatasarayê ya Tirkiyeyê krampona fitbolîstê xwe yê berê Gheorghe Popescu ku di pêşbirka fînala Kûpaya UEFAyê de penaltî bi wê bikaranî bû û bi golê encam kiri bû derxist firotinê. Ji aliyê din ve fitbolîstê berê yê rûmen Popescu li ser hesabê xwe yê facebookê ji ber firotina kramponê kêfxweşiya xwe anî ziman.

    • İngiltere-futbol-Championship-Queens Park Rangers
      Last update: 13:38 16.04.2018
      13:38 16.04.2018

      Di 3 lîgên Ewropayê de tîmên şampiyon diyar bûn

      Di sê lîgên fitbolê yên Ewropayê de tîmên şampiyon beriya qedandina lîgê bi çend hefteyan diyar bûn. Di Lîga Premierê de Manchester City û di Lîga 1em a Fransayê de Paris Saint-Germain di hefteya 33em de û di Lîga Hollandayê (Eredivisie) de Psv Eindhoven di hefteya 31em de şampiyoniya xwe îlan kirin.

    • Lîga UEFA Ewropa-Lîga Şampiyonan
      Last update: 14:53 13.04.2018
      14:53 13.04.2018

      Di Lîga Şampiyonan û ya UEFA Ewropayê de jihevreketinên tûra nîvfînalê diyar bûn

      Di organîzasyona Lîga Şampiyonan û Lîga UEFA Ewropayê de piştî pêşbirkên rowanşa fînala çaryekê ji bo têkoşîna nîvfînalê pişk hatin avêtin.

    • UEFA
      Last update: 12:29 13.04.2018
      12:29 13.04.2018

      Di lîga UEFA Ewropayê de tîmên tûra nîvfînalê diyar bûn

      Pêşbirkên fînala çaryekê ya Lîga UEFA Ewropayê piştî têkoşînên rowanşê qediyan û tîmên ku derketin nîvfînalê jî bi vî awayî diyar bûn. Têkoşîna di navbera Salzburg - Lazioyê de bi skorek balkêş ve qediya.

    • Cristiano Ronaldo
      Last update: 12:32 12.04.2018
      12:32 12.04.2018

      Pêşbirka Lîga Şampiyonan: Real Madrid 1-3 Juventus

      Di pêşbirka Lîga Şampiyonan de têkoşînek bêhempa derket holê. Real Madrida ku li deplesmanê tîma Jûventusê 3-0 têk biribû li qada xwe hindik mabû tûra nîvfînalê ji dest berde. Realê bi penaltiya Ronaldo ku di deqîqeya 90+7an de avêt ve derket nîvfînalê.

    • Tîma Fitbolê ya Roma yê
      Last update: 10:34 11.04.2018
      10:34 11.04.2018

      Di pêşbirka rowanşa Lîga Şampiyonan de encamek balkêş derket holê

      Di pêşbirka rowanşa fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan de tîma Îtalyayê Roma û nûnerê Spanyayê Barcelona hatin pêşberî hev. Romaya ku di pêşbirka ewil de 4-1 têk çûbû li mala xwe 3-0 qezenç kir û derket nîv fînalê.

    • Dalkurd
      Last update: 10:01 09.04.2018
      10:01 09.04.2018

      Lîga Swêdê: Dalkurd FF 3-0 Ostersund

      Dalkurd di pêşbirka xwe ya duyem a Lîga Fitbolê ya Swêdê de biserket, pêşbirka ku li Stada Domnarvsvallenê hat lîstin bi serdestiya tîma kurd ve encam bû û bi vî awayî pûnanên xwe yên ewil bidest xist: Dalkurd FF 3-0 Ostersund.

    • Tîma Fitbolê ya Romayê
      Last update: 21:42 06.04.2018
      21:42 06.04.2018

      Îranê logoya tîma fitbolê ya Romayê sansur kir, Îtalya lê seyr ma

      Televîzyona Dewletê ya Îranê çiçikên gura ku di logoya tîma gogbaziyê ya Romayê de şîr dide Romulus û Remusê sansur kir û Îtalya li vê yekê seyr ma.

    • UEFA lîga Ewropayê
      Last update: 10:43 06.04.2018
      10:43 06.04.2018

      Di Lîga UEFA Ewropayê de pêşbirkên fînala çaryekê hatin lîstin

      Piştî pêşbirkên Lîga Şampiyonan di Lîga UEFA Ewropayê de jî pêşbirkên ewil yên fînala çaryekê duh hatin lîstin û encamên balkêş derketin holê. Gola Atletico Madridê ket dîroka kûpayên ewropayê ku ya herî zû hat avêtin.

    • Werziş Futbol - Lîga Şampiyonan a UEFA
      Last update: 10:25 05.04.2018
      10:25 05.04.2018

      Di Lîga Şampiyonan de Liverpoolê Manchester City têk bir

      Di pêşbirka ewil a fînala çaryekê ya Lîga Şampiyonan de du tîmên brîtanî Liverpool û Manchester City li stada Anfieldê hatin pêşberî hev: Liverpool 3-0 Manchester City.

    • Cristiano Ronaldo
      Last update: 12:38 04.04.2018
      12:38 04.04.2018

      Ronaldo cardin bi performansa xwe û gola rowaşatayê di rojevê de ye

      Di fînala çaryeka Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Real Madrid li deplesmanê Juventus 3-0 têk bir. Fitbolîsê Madridê yê portekîzî Cristiano Ronaldo bi 2 gol û asîstekê ve mohra li pêşbirkê xist. Ronaldo bi gola rowşatayê jî ket rojeva cîhanê.