Kûpaya Cîhanê ya 2018 - FIFA  -  Saransk

Li Volgograd û Saranskê bo fitbolhezkerên Kûpaya Cîhanê ‘navendên mêvanperweriyê'

© Sputnik / Konstantin Chalabov
Volgograd
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarên Volgograd û Saranskê ku xwedîmaltiyê wê ji Kûpaya Cîhanê ya 2018an re bikin, bo fitbolhezkeran navendên mevanperweriyê wê bên vekirin.

Li bajarên ku wê xwedîmaltiyê ji Organîzasyona Kûpaya Cîhanê a FIFAyê re bikin navendên mêvanperweriyê wê vebin. Waliyê Volgogradê Andrey Boçarov daxuyand ku bo fitbolhezkerên biyanî yên di çarçoveya Kûpaya Cîhanê de wê bên bajêr navendên mevanperweriyê wê bên vekirin. Boçarovê ku ji çapemeniya Rûsyayê re axivî, got: "Navend heta pêşbirkên dawiya pûşberê bên lîstin bo fitbolhezkeran û tûrîstan wê di xizmetê de be. Bilêtên pêşbirkan jî wê li navendê bên firotin. Her wiha agahiyên derbarê bernameya pêşbirkan de jî kesên ku bixwazin wê bikaribin bidest bixin."

Walî da zanîn ku konsepta mêvanperweriyê nihja di asta şêwrê de ye, mêvanên Volgogradê derbarê organîzasyonê de wê bighêje her agahiyê.

Şaredarê Saranskê Pyotr Tultayev, daxuyand ku divê ji bo berjewendiyên bajarên herî biçûk yên ku wê xwedîmaltiyê ji organîzasyona FIFAyê re bikin vê fersendê baş bi kar bînin. Tultayev derbarê amadehiyên ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018an tên kirin de jî agahî dan û got, organîzasyon wê di coşa cejnê de derbas bibe û kolan taxên me wê tijî bin.

Bi heman mijarî:

Lavrov: Bûyera Skripal karê kesên ku dixwazin Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê asteng bikin e
'Di Kûpaya Cîhanê de Mourinho di saetekê de wê mîlyonek sterlin bidest bixe'
Wê di dema Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de li Kaliningradê kirê çiqas bin?
Zabiyaka dê encamên pêşbirkên Kûpaya Cîhanê ya 2018an texmîn bike
Etîketan:
Mêvanperwerî, Organîzasyon, FIFA, Fitbol, Andrey Boçarov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de