Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an

Dema Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an a li Rûsyayê dê hinek mitîng û meş bêne sînordar kirin

© Sputnik / Vladimir Astapkovich
Volgograd
Lînkê kurt
0 0 0

Hate ragihandin ku dê dema Kupaya Cîhanê ya 2018an a ku Rûsya mazûvaniya wê dike ji ber pêşbirkên şampiyonayê li bajarê Volgogradê 25ê gulanê û 25 tîrmehê de hinek miting û meş bêne sînordar kirin.

Li gorî nûçeyên ku medya rûsî derketin Şaredarê Volgogradê derbarê mijarê de biryarnameyek belav kir. Di biryarnameyê de tê payîn ku di navbera 15ê gulanê û 25 tîrmehê de miting û meşên li bajêr werine kirin divê serî li Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê bê xistin û li tekane cihî, li Meydana Metallurg a nêzî navenda bajêr be û herî zêde 150 kes tevlî bibe. Herwiha li herêmê miting bi saeta herêmî ji 09.00an û heta 17.00an divê werine li dar xistin.

Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an dê di navbeyna 14 hezîranê û 15 tîrmehê li 11 bajarên Rûsyayê were li dar xistin: Moskova, Kaliningrad, St. Petersburg, Volgograd, Kazan, Nijniy Novgorod, Samara, Saransk, Rostov-na-Donu, Soçi û Yekaterinburg.

Pêşbirkên ewil ên turnuwayê yên destpêkê û qedandinê dê li Stadyûma Lujniki ya li Moskowayê bêne lîstin.

Bi heman mijarî:

Ji bo FIFA 2018 Kupaya Cîhanê parkeke nû hat çêkirin
Ji bo FIFA 2018 a li St. Petersburgê, hezar jûrên din têne vekirin
Ji bo Kupaya Cîhanê ya FIFA 2018an ‘di asta herî jor de soza ewlehiyê'
Ji bo Kûpaya Cîhanê li Rûsyayê seferên otobûsan tên kirin
Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de, dê qerta mêvanan were derxistin
Dê ji bo Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an kartên mêvanan bên dayîn
Dersa "fûtbola bênijadperestî" li bajarên ku Kûpaya Cîhanê ya 2018an dê li wan çêbibe
Etîketan:
miting, Kupaya Cîhanê, sînordarkirin, meş, Volgograd, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de